NAVENDA NÛÇEYAN
Tenê di meha destpêkê ya îsal de ji ber tometên cuda cuda, 76 kes li girtîgehên Îranê hatin darvekirin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde girtî lê hatîn darvekirin jî, girtîgeha li Elbûrze.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê ragihandî di nava meha Çile ya îsal de rejîma Îranê bi tometên cuda 76 kesan bi darve kir ku ji vane 46 kes ji ber sucên madeyên hişberbûn, 7 kes ji ber tometên siyasî û olî bûn, her wiha 16 kes ji ber kuştina bi qest û 5 kes jî ji ber diziya çekan bû.
Hate diyarkirin ku yek ji girtîgehên Îranê ku herî zêde girtî lê hatîn darvekirin, girtîgeha Elbûrz bû ku ji 76 girtiyên hatîn bidarvekirin, 32 girtgî li girtîgeha Elbûrz hatin darvekirin. Piştî girtîgeha Elbûrz jî, girtîgeha Xoransan ya Rezewî di rêza duyem de tê.
Her wiha hate destnîşankirin ku ji giştî hejmara girtiyên di nava vê mehê de ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn darvekirin, 34 jê Kurd bûn û li pey wê, hejmara herî zêde ya girtiyên hatîn darvekirin ya girtiyên Tirk û Belûç bûn.
Hêjayî gotinêye ku bi salane rejîma Îranê ji bo belavkirina tirs û serdestiya desthilata rejîma xwe, cezayên darvekirinê li ser girtiyan de disepîne û pêktîne. Li gel ku vê yekê li pêş çavê cîhanê pêktîne, lê rêxistinên navneteweyî û civaka navneteweyî ji bilî daxuyaniyên şermezarkirinê hîna gavek cidî li dijî van kiryarên rejîma Îranê bibe asteng neavêtine.