MUNÎH – Girseya gel a bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê (Jinên Ciwanên Tekoşer) li hev kom bûn, darvekirinên li ser Kurdan ên ku dewleta Îranê di salên dawî de zêde kiriye şermezar kir.
Rejîma Îranê di 29’ê Çile de 4 ciwanên Kurd qetil kir; Mohsen Mazlûm, Muhammed Faramazî, Wafa Azarbar û Peyman Fatehî îdam kirin.
Girseya gel li ber konsolosxaneyê kom bû, pankarta Jin Jiyan Azadî û wêneyên ciwanên hatin qetilkirin vekirin û li ber konsolosxaneya Îranê daxuyanî dan çapemeniyê.
Çalakgeran piştî xwendina navên ciwanên hatin qetilkirin bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî” û “Qatil Îran” dawî li çalakiya xwe anîn.