Di serdema navîn de li erdnîgariya Ewrupa aloziyekê mezin a civakî ji her alî ve tê jiyankirin. Ji vê serdemê re jî tê gotin serdema tarîtiyê, yani wekî demekî bêhêvî û bêtevger tê destnîşankirin. Lê gava ku em ji nêz ve lêbinerin, tê dîtin ku şerekî pir berfireh rojane di nava civakê de tê jiyankirin. Civaka ku piraniya xwe wekî gundî-cotkar-serf jiyan dike di nava qalibên hişk ên fikrî û zihnî de tê girtin. Hem ji aliyê olî
ve, hem ji aliyê dewlet-qral-lord-axa ve desthilatdariyekê tund li ser civakê tê ferzkirin. Bi taybetî kilîseya Roma ya katolîk
xwedi desthilatdariyekê navendî ye: Hem hegemonya îdolojîkmanewî, hem jî hegemonya maddî di destê wê de ye. Qraliyetên Ewrupa yên vê demê hemu bi kilîseyê ve girêdayî ne. Di nava gel de jî li dijî vê sîstemê ji her alî ve bi sedan salan bi rê û rêbazên cur bi cur têkoşîn û berxwedanekê mezin tê raber kirin. Birçîbûn, feqîrtî û nexweşî li herderê ne. Di heman demê de jî lêgerînên azadiyê di nava civakê de zêde dibin. Li ser vê bingehê şoreşên mezin ên zihnî û fikrî tên jiyankirin, Ronesans, Reformasyon û “Rohnîbûnê” pêşdikevin. Di heman
demê de jî serhildanên mezin çêdibin. Desthilatdar û hikumdarên pergala kevn bi riya mahkemeyên Engizîsyonê hewldidin li pêşiya şoreşê bigirin û hovitî û zilmekî herî li ser gelan didin meşandin. Her şêweyekî serîrakirinê ji aliyê kilîse û qraliyetan ve bi cezayên kujer tên darizandin. Ya girîng li vir ev e ku di bingeha xwe de Ronesans, Reformasyon û “Rohnîbûnê” berhemên gel bûn û ne şert bû ku wekî encam kapîtalîzm bi xwe re bînin, lê derî ji kapîtalîzmê re vekirin û çîna burjuva bi îdolojiya Liberalîzmê baş zanibû çawa karibe hemuyan têxe
xizmeta xwe û bi vî rengî hegemonya xwe avabike. Rewşa aloz zayîna Ronesansê (Îtalî: Vejîn) pêkan kir. Wekî navenda xwe li Îtalya pêkhat û bandor li ser tevahî Ewrupayê kir. Çavkaniya Ronesansê jinûve keşifkirina berhemên çand û Serdema Kapîtalîzm em wekî 3 merhaleyên esasî bi destdigirin:
Merhaleya 1. : Serdema derketina kapîtalîzm, şikilgirtin û bicihbûna çîna burjuva bi riya bazirganî/tîcaret e. Di sedsala 13. de destpêdike, lê sedsala 16. û şûnve şênber dibe û bi riya mêtingeriyê ve xwe mayînde dike.
Merhaleya 2. : Bi şoreşa endustriyel ve pêşdikeve. Ev merhaleya endustriyalîzmê ye ku 1750 şûnve destpêdike û heya 1970 berdewam dike. Netew-dewlet wekî rêxistinbûna desthilatdariya kapîtalîst li cîhanê serwer dibe û çîna burjuva desthilatdarî bi temamî dixe destê xwe.
Merhaleya 3. : 1970 şûnve êdî sîstem bi giranî ji aliyê fînans kapîtalê ve tê birêvebirin. Sîstem di nava lêgerîna restorekirina hebûna xwe de ye û “neolîberalîzm” tê pêşxistin. Serdema fînanskapîtal tê maneya hegemonya pere, banka û yekbûna wê bi endustrî û tîcaretê re. jiyana şaristaniyên serdema antîkê bû. Ev yek di sedsala 13. û 14. destpêkir û di sedsala 15. û 16. gihîşt lutkeya xwe. Bi Ronesans re serdemeke nû destpekir. Pêşketinên ku di alî fikrî, felsefî û ilmî de çêbûn, mîna pêngavekê rizgarî ji qalibên kilîsê û pergala feudal bûn. Şîroveyên nû û mêyzekirinekê nû yê dirokî derket. Fikr gav bi gav ji bin dogmatîzm, zext û tundiya olî rizgar bû. Ronesansê rolekî mîna şoreşekî zihnî, çandî û jiyanî lîst û gûhertinen girîng bi xwe re anî. Bi wê ve girêdayî gaven yekem ên bajarên bazîrganî tên avetin. Ev bajarên ku em behsdikin mîna dewletên xweser an serbixwe xwe birêxistindikin û bi giranî hêza xwe bi tîcareta herêmî û navnetewî bidestdixin. Tîcar û bazirgan dibin serkêş, pêşeng û desthilatdarên van bajaran. Gellek bajar bi vî rengî derdikevin pêş wekî Venedîg, Florenz û Genua. Di van bajaran de êdî çîna burjuva bi riya tîcaretê herku diçe zêdetir bi hêz dibe, şikil digire û derdikeve pêş. Tovên bajarbûn û bazirganiya zêde ku bingehên kapîtalîzmê ne li tevahî Ewrupa, ji Îtalya, Îspanya ber bi Hollanda û Înglîtere ve belav dibin. Di heman demê de jî li hemberî hişkbûn û desthilatdariya kilîseya katolîk demekî dirêj lêgerînên cur bi cur di nava civak û oldaran de tê jiyan kirin. Ji sedsala 10. heya sedsala 15. tevgerên heretîk li gellek deverên Ewrupa têkoşînên mezin dan meşandin. Ji berhema van têkoşîn û lêgerînan 1517 şûnve êdî Reformasyona pêşdikeve û bi wê ve girêdayî pêlekê şoreşgerî di sala 1524/25 bi pêşengtiya Thomas Munzer belav dibe, lê hêzên desthilatdar û komprador dibin yek û vê hewldanê têkdibin. Di şexsê Thomas Munzer û tevgera xwe de ihtîmal hebû ku reformasyonekê radîkal pêkbihata û ber bi jiyanekê azad ve gavên girîng bihatana avêtin. Lê belê beşên dîtir ên Reformasyonê, ku Martin Luther wekî pêşengê vê tê nasîn, bi çîna burjuva û arîstokrasiya kevn, ku ji bin bandora kilîseya Roma dixwest derkeve, bûn yek û bi vî rengî rê ji lîberalîzm û netew-dewlet re vekirin. Qonaxa ku wekî Reformasyon tê binavkirin ji 1517 heya 1648’an dirêj kir. Di encam de civak nava aloziyên mezhebî perçe perçe bû û gellek qraliyet karibûn xwe ji hakîmyeta kilîseya Roma qutbikin, ber bi şiklekî nêzî netew-dewlet ve biçin, di nava wê yekê de jî burjuva her diçe zêdetir bi bandor bûn. Ji bo meşa desthilatdariyê ya çîna burjuva were serxistin pêdiwî bi îdeolojiyekê nû hebû. Ev îdolojî jî wekî Lîberalîzm hat pêşxistin. Di serî de teorîsyenên mîna John Lock (1632-1704), Hobbes (1588-1679) û Adam Smith (1723-1798) di damezrandina liberalîzmê de xwedî rolekê sereke bûn. Di heman demê de jî Qonaxa “Rohnîbûnê” destpêkiribû û di vê çarçoveyê de zanistên pozitîvîst bi awayekî berfireh hatin pêşxistin. Li hemu qadên jiyanê zanist bû rêbaza sereke, mîna ol û baweriya serdema kapîtalîzmê fikra pozitîvîzm bi cih bû. Pêşveçûnên di qada zanistê de rê li pêşketina endustriyê jî vekirin û ji 1750 şûnve şoreşa endustriyel pêşket û di hemu qadên hilberandin-aborî, civakî, siyasî û jiyanî de guhertin û veguhertinên mezin rû dan. Hêzên kapîtalîst vê yekê veguhertin lingekê esasî ya pergala kapîtalîst û endustriyalîzm mîna doktrînekê kapîtalîst ku hem însan hem jî xweza talan dike pêşket. Kara herî zêde, netew-dewlet û endustriyalîzm wekî 3 ling û stûnên sereke yên modernîteya kapîtalîst bi vî rengî hatin
sazkirin. Em dibînin, kapîtalîzm pêwistiyekê dîrokî-civakî nîne, bi temamî tersê vê yekê ye. Rêber APO jî bal dikşîne ser ku kapîtalîzm ne ekonomî ye, lê desthilatdari ye. Kapîtalîzm li ser çanda şaristaniya navendî ya dizî û talanê xwe avakir. Diziya yekemîn ya xweda Enki beramberî xwedawenda Înanna di mîtolojiya Sumerê de, kapîtalîzm berdewama vê yekê ye. Lîberalîzm çiqasa behsa bazara serbest bike jî, diyar dibe ku ev ji bilî xapandinekê mezin tiştekî din nîne. Kapîtalîzm bi temamî dij-bazar e, dij-ekonomi ye, ji ber ku yekdestdari ye.
Kapîtalîzm bersiva hêzên desthilatdar ji bo aloziyekê kûr a civakî ya sedan salan bû, hemleya hêzên desthilatdar ji bo derbaskirina krîz û qeyrana sîstema feudal bû. Kapîtalîzm wekî dij-şoreşekî li hemberî têkoşîn û şoreşgertiya antî-feudal a gundî-cotkar-jinan hate pêşxistin. Bilindbûna çîna burjuva, avakirina sîstema netew-dewlet û endustriyalîzm bê qirkirina “çermsoran” li Amerîka, bê tasfiyekirina tevgerên heretîk û serhildanên gundiyan li Ewrupa, bê qetlîama jin-caduyan li Ewrupa, bê mêtingeh û dagirkirina Afrîka, Asya û Başurê- Amerîka û bê bazirganiya koleyan ji Afrîka ber bi Amerîka ve naye fikrandin û nikare were fikrandin jî. Vana hemu bi hevre girêdayî ne û bi vî rengî kapîtalîzm avabûye û bi heman mantiqê jî îro hebûna xwe li ser mirovatiyê ferz dike. Şerê cîhanê 1. û 2. bi xwe re anî, gelan di qirkirinê de derbaskirin û her çi hewldanekê şoreşgerî hebû bi darê zorê yan bi helandin û bişaftinê ve tasfiye kirin. Îro jî Şerê Cîhanê 3. di serî de li ser erdnîgariya Kurdistan û Rojhilata Navîn rû dide û hedefa hêzên hegemon ên kapîtalîst jê ev e ku bi ji nû ve dîzaynkirina herêm û civakê ve bikaribin temenê xwe dirêj bikin û xwe ji nava qeyranê xilas bikin. Ji bo berjewendiyên xwe bi rêbazên nerm û hişk, bi rêbazên helandin, bişaftin, qirkirina çandî û fizikî jî, bi sîstemekê şerê taybet û şerê psîkolojîk a ku di dîrokê de nehatedîtin, bi rê û rêbazên siyasî, civakî, leşkerî, çandî, îdolojîk, psîkolojîk, aborî û hwd. ev şer li dijî gelan tê pêşxistin.