DRAGUIGNAN – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) bi hezaran kes ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê hatin cem hev û li Draguignan meşiyan.
Beriya destpêkirina meşê li ser navê TCŞ’ê Mehmet Kaya axivî û got;
“Rêber APO di bin tecrîda girankirî de ye. Rêber APO bi berxwedaneke bêhempa têdikoşe. Kaya got, “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO berpirsyariyeke mezin a gelê Kurd û hemû ciwanên Kurd heye” û banga meşa dirêj a 9’ê Sibatê li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê destpê bike, kir.
Kaya got, “Bi ruhê seferberiya Pêngava ‘Azadî ji Rêber APO re, Çareseriya Pirsgirêka Kurd’ ku di 10’ê Cotmehê de dest pê kir, em bang li hemû gelê Kurd dikin ku piştgiriyê bidin Rêber APO û tevlî meşa dirêj bibin.” Ji ber vê yekê em dibêjin heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk neyê em ê bi hemû hêza xwe li qadan bin û qadan neterikînin.
Her wiha girseyê pankarta bi zimanê Fransî “Em Komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” vekirin û bi alên PKK’ê û Rêber APO û meşaleyan meşiyan.
Di çalakiyê de timî dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” hatin qîrîn.
Rêwîtiya meşa Rêwîtiya Azadiyê wiha ye;
09.02.2024 – Civîn – Mannheim
10.02.2024 – Roja 1 – Mannheim HBF
11.02.2024 – Roja 2 – Heidelberg – Hockenheim
12.02.2024 – Roja 3 – Homburg – Kirkel
13.02.2024 – Roja 4 – Friedrichsthal – Saarbrücken
14.02.2024 – Roja 5 – Saarbrücken
15.02.2024 – Roja 6 – Strasbourg
16.02.2024 – Roja 7 – Konferansa Strasbourgê
Mail: [email protected]