HELEB – Ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li hember dewleta Tirk a dagirker û şermezarkirina êrişên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îro bi sedan ciwanên Helebê meşeke meşaleyî li dar xist.
Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekîtiya Jinên Ciwan ve hat organîzekirin. Ciwan ji pêşiya navenda tevgerê ya rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi meşaleyan ber bi Parka Efrîn a taxa Eşrefiyê ve meşiyan.
Li wir, endama rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Jiyan Hesen axivî û soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo piştgiriya HRE’yê û têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, nû kir.
Jiyan Hesen bang li ciwanan kir ku ji bo rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, tev li HREˊyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bin.
ÇAVKANÎ: ANHA