HAMBÛRG- Kurdistaniyên ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê hatin gel hev, ji bo Rêber APO ku di bin tecrîd û sîstema îşkenceya girankirî ya Îmraliyê de ye daketin qadan.
Polîsên ku xwestin mudaxeleyî vekirina ala Rêber APO bikin, piştî berxwedana çalakgeran xwestin çalakiyê betal bikin. Lê belê çalakgeran çalakiya rûniştinê li dar xistin û polîsan neçar kirin ku paşde gav biavêjin.
Di çalakiyê de pankartên “Azadî ji Rêber APO re, Çareseriya Pirsgirêka Kurd”, “Alternatîfa me Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê ye” bi zimanê Elmanî, “Serî hilde” bi zimanê Kurdî hatin vekirin û wêneyên şehîd Vîyan Soran hatin hilgirtin.
Çalakgeran gelek caran bê navber siloganên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” berz kirin.