BERLÎN – Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê, meşa du rojan di roja yekem de bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê li qada Oranienplatzê saet 15:30’î destpê kir. Beriya meşê daxuyanî hatin dayîn û peyam hatin dayîn ku heta Rêber APO azadiya xwe ya fîzîkî pêk bîne wê ciwan li qadan bin.
Jugend Kommune Berlin, Franktionsvorsitzende der Linke Neukölln, Meclîsa Jinê ya Dest Dan, Endamên Meclîsa Nav Berlînê û dostên Kurdan beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de;
Em ê li dora Rêbertiya xwe bibin yek
”Komploya navneteweyî ya ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber APO dabûn destpêkirin, di 15’ê Sibata 1999’an de bi desteka hêzên navneteweyî li Îmraliyê dîl hat girtin. Hêzên ku di şexsê Rêber APO de dixwazin gelê Kurd bitirsînin û qir bikin, bi helwesta Rêber APO û paradîgmaya “Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê” komplo pûç kirin.
Ti nûçe ji Rêber APO 25 sal in di esaretê de ye û 3 sal in di tecrîda mutleq de ye, nîne. Em weke endamên TekoJIN û TCŞ’ê heta azadiya fîzîkî em ê li dora Rêberê xwe bibin yek û li qadan bin. ”
Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin
Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp axaftinek kir û got, “Têkoşîna me bi tecrîda mutlaq a 36 mehan a li ser Birêz Ocalan re tê meşandin sist nebû û îro li hemû cîhanê belav bûye.” Li Berlînê, li Amerîkayê, li Kurdistanê, bi gotineke din li hemû cîhanê dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em jî baş dizanin ku her ku tecrîd zêde bibe wê mirin zêde bibe û zilm jî zêde bibe. Em dizanin ku yê van mirinan dixwaze hikûmeta AKP’ê ye. Li hemberî vê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin. Çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin, heta ku tecrîda mutlaq a li ser Birêz Ocalan rabe û azadiya fîzîkî bi dest bixe em ê têbikoşin. ” got
Tevî barana zêde jî di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo, Bijî Rêber Apo, Bijî Berxwedana Zindana, Ciwan Fedaiyê Rêber Apoyî, Eslebe Ocalan” hatin qîrîn.
Meş wê sibe saet di 15:30 de ji qada Alexanderplatz destpê bike û li Brandenburger Tor bi mîtîngekê bi dawî bibe.