HANNOVER – Girseya gel a li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê li hev civiyan, ji bo Rêber APO ê di îşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin, meşek li dar xistin. sîstemê û zêdetirî 3 sal in jê nayê bihîstin.
Di meşa ku li Laatzenê dest pê kir û bi coşeke mezin li stasyona trênê ya Hannoverê bi dawî bû, banga tevlîbûna meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê û meşa “Rêwîtiya Azadî” ya ku wê di 9’ê Sibatê de li Mannheîm dest pê bike hat kirin.
Çalakgerên li ser vê bingehê li hev civiyan diyar kirin ku ew di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” hatin cem hev û heta ku Rêber APO azadiya fîzîkî bi dest nexe, ew ê bi biryar li qadan bin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Gerîlla”, “Rêberê Ciwanan ê Rizgar APO ye” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.