Di têkoşîna xwe de em roja îro bi cînekê nava civakê re rû bi rû dimînin ku her diçe mezin dibe û xeteriya xwe ya ji bo şoreşê
herî mezin e. Em dikarin bibêjin ku bi taybetî li Rojava û Bakur, lê bi giştî li tevahî herêmên têkoşînê çîna ku herî zêde li
beramberî şoreşê dibe asteng çîna burjuvayê piçuk e, çîna navîn e. Li gorî lîteratura marksîst di dema têkoşîna çînî ya feudalîzmê
de çîna burjuva wekî çîna navîn tê binavkirin. Vê çaxê çîna serdest a esasî çîna arîstokrasî ne (qral, lord, axa, hwd.). Burjuva
jî ber bi desthilatbûnê ve diçin, dixwazin sîstema feudal biruxînin û pergalekê li gorî taybetmendiyên çîna burjuva
pêşbixînin. Îro çîna navîn burjuvayê piçuk in, lê divê em nekevin vê şaşitî ku em bixwazin vê çînê tenê li ser esasî bingeha xwe ya
maddî-aborî pênasebikin. Jixwe di roja me ya îro de sînorên çînan mîna berê pir zelal û tuj nînin. Hinekî tevlîhev bûye û
ketiye nava hev. Em jî li vir zêdetir dixwazin behsa feraset û hişmendiya vê çînê bikin. Di encam de dibe ku însanekî gundîcotkar
û kedkar jî mîna burjuvayê piçuk tevbigere û taybetmendiyên çîna navîn di xwe de bihewîne.
Burjuvayê piçuk di esasa xwe de ki ye? Yê ku çanda çîna burjuva jiyan dike, xwe dişibîne burjuva û dixwaze xwe bigihîne
burjuvabûnê. Ew hinekî ji şert û mercên maddî yên jiyana proleterya derketiye û çinekê navber, yani çînekê navîn temsîl
dike. Ew di nava civakê de ye, mîna burjuva-kapîtalîst bi temamî ji civakê pir cuda nasekine, lê çîna navîn hertim di hewldana
dewlemendbûn û mezinbûnê de ye û ji ber vê ji her tiştî re vekiri ye, bi ti awayî naxwaze statuya xwe ji dest bide. Ji ber ku pîvana
qezençkirinê di vê sîstemê de ne ked e, lê dizî, talan û xapandinê ye, ew dikare îxanet jî bike û hevkarî bi dijmin re jî bike. Di
nava şoreşê de yê ku di nava civakê de herî zêde li dijî şoreşê disekine çîna navîn e. Oportunîst e, nakeve nava têkoşîne. Di
navberê de dimîne û kî xurt be, kî zêdetir encam bigire di vî alî de cih digire. Hertim di nava lêgerîna lihevkirinê bi dijmin re ye
û heta dawî tirsonake. Di dema rehetiyê de pir radîkale, lê di demên zor û zehmet de xuya nake, lê dizane rastiya xwe baş
piştperde bike û kamuflaj bike. Ji xwe kesayeta vê çînê heya dawî lîberal e û hemu taybetmendiyên kesayeta lîberal di nava
xwe de dihewîne.
Hin taybetmendiyên kesayeta burjuvayê piçuk û çîna navîn:
• xwe dişibîne yê derveyî xwe, yanî xwe jiyan nake,
teqlîda çîna kapîtalîst/burjuva dike
• berjewendîperest e
• oportunîst e, yani bi derdora xwe re li hev dike, ji
nakokiyan direve, mîna alekî li ber ba ye, ba berê xwe
bide kuderê ew jî berê xwe dide wir
• xeta wî/wê ne zelal e, di nava şoreşê de bi hertiştî xwe
nakeve nava têkoşînê, hertim lingekî wî/wê di nava
sîstema heyî de dimîne
• xwe li ser keda hin kesên dîtir dide jiyankirin, lê vê kedê
dike malê xwe
• xeyalî ye, yani xeyalan jiyan dike, lê van pir dûrî rastiya
jiyanê dike
• gilî û ganzincan dike, lê xwe têda nabîne, çareserî
pêşnaxîne
• lafazan e û demagog e
• xeydok e û zû pes dike
• hertim li bende ye ku hineka pêra eleqadar bibin
• xwe diecibîne
• şerker û berxwedêr nîne, dikare xwe pir radîkal nîşan
bide, lê pêkanîn nîne
• Uslubê vê çînê: xwe modern û pêşketî nîşan dide,
gulover e, ne zelal e, nermok e, sekter e, çêker nîne,
laçka ye, populîst e, bê istikrar e