DÊRAZOR – Li herêma Ebû El-Nital a Dêrazor tûrnoveyekî siwariyê ji aliyê Ofîsa lîstikên takekesî ya Desteya Werzîşê ya Dêrazorê ve hat organîzekirin.
12 xort beşdarî tûrnoveyê bûn, ku di du qonaxan de pêk hat. Qonaxa yekem 1400 metre bû, qonaxa duyemîn jî 2800 metre bû. Di dawîyê de hemû beşdarvan hatin rêzgirtin û spasî kirin.