DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma navendî ya Dêrazorê komxebatekî li ser Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber Apo li darxistin. Komxebat li Navendê Mihemed Şukrî pêk hat û saziyên sivîl û gelê herêmê amade bûn.
Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger axaftina danasîna komxebat kir û bixêr hatina hemû beşdaran kir. Piştre bal kişand li ser komployê navneteweyî yê li dijî gelên Rojhilata Navîn, û tê de komployê li dijî gelê Rêber Apo. Hat diyar kirin ku Rêber Apo gelek kes bi fikra xwe ya demokratîk hişyar kir.
Paşê sînevîzyonekî hate pêşkêşkirin û tê de hate eşkerekirin çawa û çima komploya dîlgirtina Rêber Apo pêk hat. Piştre nîqaş hat vekirin li ser hedefgirtina Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çarçoveya armancên komployê de û armancê wê yê rakirina fikirê biratiya gelan.