KOLN – Ciwanên endamên TCŞ’ê têkildarî Komploya 15’ê Sibatê û tecrîda mutleq a li ser Rêber APO ku 3 sal in agahî jê nayê girtin, li Kolnê hatin cem hev. Ciwanan beriya destpêkirina civîna xwe, di şexsê şehîd Tekoşer Tavîn de ji bo hemû şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Baran Amed ku piştî deqîqeya rêzgirtinê axivî û got: “Rêber APO 25 sal in di pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl tê girtin û 3 sal in tu xeber jê nayê. “Ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO divê em li qadan têbikoşin.”
Baran Amed, bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava pêk tîne û got, “Dewleta Tirk a faşîst bi hedefgirtina sivîlan û gelên bêguneh ên li Rojava komkujiyan pêk tîne û bi bombekirina saziyên jiyanê dixwaze jiyana li wir tune bike.” Ji bo meşa ku wê 9’ê Sibatê li Mannheîmê destpê bike banga tevlîbûnê kir.
Piştî civînê ciwanan ji bo meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê li gel belavok belav kirin û li ser gelek esnafan belavok, posteyên malan, paqijkerên wesayîtan, bîlboard û tabela danîn.
Ciwanên ku belavok belav kirin jî sînevîzyon û meşa Rêwîtiya Azadî û meşa Kolnê ya ku wê di 9’ê Sibatê de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bê lidarxistin, kirin.