NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
“Herêma Metîna;
3’ê Sibatê saet 10:40’an de dema ku dagirker li herêma Berxwedana Girê Ortê li hev kom bûne, bi çekên giran hatine hedefgirtin û gulebaran kirin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker tenê mirina çawîşê pispor ê bi navê Kadîr Dîngil ragihand û windahiyên din jî veşart. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve ji bo tolhildana rêhevalên me yên di encama çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî de li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê Ortê şehîd bibûn, hate lidarxistin.
Herêma Xakurkê;
Di 4’ê Sibatê saet 14:20’an de li Girê Şehîd Heqî dagirker bi çekên giran hatin gulebarankirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatiye lidarxistin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
Roja 2, 3 û 4ê Sibatê 2 caran herêma Girê Zengil û Sêdarê yên herêma Garê, 2 caran herêma Perex a Heftanînê, carekê herêma Ava Lolanê ya herêma Xakurkê, carekê herêma Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê, herêma Dergelê. herêma Metîna du caran bi tevahî; 8 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”