BERLÎN – Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengtiya ciwanên TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) meşa dirêj di çarçoveya pêngava Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî li qada Alexanderplatzê dest pê kir, di roja duyemîn de berdewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyên li ser navê TekoJIN û TCŞ’ê de hat destnîşankirin ku heta tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe û azadiya xwe ya fizîkî bi dest bixe wê çalakî roj bi roj zêde bibin.
“Endamê TCŞ’ê bi polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ku di şexsê Rêber APO de li ser me, ciwanên Kurd û gelê Kurd dimeşîne, ketiye nava xitimandinê. Ji ber vê yekê jî bi polîtîkayên tecrîdê re armanc dike ku bitirsîne û aşt bike. Em ji vir dîsa diqîrin ku em ê tecrîda mutleq bişkînin, em ê xwe bi rêxistin bikin û polîtîkayên we têk bibin. Em ê weke ciwanên Kurd li her qadê û di her şert û mercî de li dora Rêberê xwe bibin yek û heta azadiya fîzîkî bi dest bixin em ê li qadan bin.
Di meşa ku heta Brandenburger Tor berdewam kir de, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bijî Rêber Apo, Bijî Berxwedana Zindana, Bijî Berxwedana Îmraliyê, Ciwan Fedaiyê Rêber Apone, Bi Can Bi Xwîn Em te Re Ne Ey Serok, Terorîst Tirkiye, Terorîst Erdogan. dirûşmeyên “.
Di meşa ku li Brandenburger Torê bi dawî bû, ji bo meşa navendî ya di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, bangawazî hate kirin û weke ciwan li Kolnê hate gotin “Me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser bikevin” hate gotin.