DÊRA ZOR – Meclisa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê li bajarê Dêra Zorê li ser Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO, semînerek da.
Semîner ji aliyê Hevrê Amêr El Fuheyman, Berdevkê Meclîsa Ciwanan a di xeta navîn a Dêrezorê de hat dayîn. Di semînerê de encamên komplo li ser herêmê û Rojhilata Navîn û rê û rêbazên Ji bo mezinkirina têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO nîqaş hat kirin.
Di semînerê de bal hate kişandin ku 15’ê Sibatê ji bo hemû gel û şoreşgerên azadiyê rojekî bi êşe. Dîsa hate gotin ku:”Fikrê Rêber APO û têkoşîna wî ya azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn bi hegemonyaya global û pergala desthilatdariya navendî re di nava nakokiyê de bû, ji bo tasfiyekirina Rêber APO vê tifaqê hêzên komploger ava kirin.”