HABER MERKEZİ- Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di civîneke çapemeniyê ya li kampa Holê de bîlançoya qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê aşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê, hêzan 85 çete di nav de serçeteyê berpirsê yekser ê belavkirina fikrên tundraw, derxistina fetwayên qetilkirinê û gefxwarinên li niştecihên kampê ˊEbî Ebdulhemîdˊ girtin.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn serçeteyekî şaneyên DAIŞˊê yên li kampê û derveyî wê, tevî çeteyekî pê re kuştin.
Li gorî bîlançoyê, YPJˊê jina êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto rizgar kir. Kovan Îdo ji hêla çeteyên DAIŞˊê ve 10 sal berê hatibû revandin.
Hêzan 8 çekên kalaşînkov, 4 mayîn, 2 kemer, 7 bombeyên destan, 25 fuya, guleyeke bisfingê, miqdareke cebilxane û pêdiviyên leşkerî, miqdareke madeyên hişbir û 5 tunel dîtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJˊê û QSDˊê di 27ˊê Çileyê de li Kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê yê kantona Cizîrê qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin.
Çavkani: ANHA