Navenda Nûçeyan – Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatibû destpêkirin, 202 roj li pey xwe hişt û niha bi koma 39’emîn bi biryardariyeke xurt berdewam dike. Koma 39’emîn ji aliyê endamên ragihandina Mexmûrê ve hatiye dewirgirtin.
‘Çavkaniya jiyanê Rêber Apo ye’
Rojnamevan Nûpelda Denîz Amed di destpêka axaftinên xwe de da zanîn ku ev 25 salin Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê, di bin tecrîdek girankirî de tê ragirtin û ev 3 salin ti agahî jê nayê girtin û got: “Wek gelê Kurd agahî negirtina ji Rêber Apo, me dixe di nava metirsiyê de. Şert û mercên li Îmraliyê, li ser tenduristiya Rêbertiya me bandorek zêde dike. Dijmin her ku diçe tecrîda li ser Rêber Apo zêdetir dike, her wiha êrişî jin, ciwan û gelê Kurd dike. Ji Bakur heta Başûr, ji Rojhilat heta Rojava li dijî gelê Kurd êriş û polîtîkayên şerê taybet dimeşîne û jinên pêşeng ên tevgera azadiyê qetil dike. Gelo armanca dijmin ji van êrişan çiye? Dijmin ji belavbûna fikir û felsefa Rêber Apo ditirse, dixwaze têkiliya me bi Rêbertî re qut bike. Hemû kes baş dizane ku ti hêz nikare gelê Kurd ji Rêber Apo û fikir û felsefa wî qut bike. Rêber Apo çavkaniya jiyana me ye, kes nikare çavkaniya jiyana me tarî bike. Fikir û felsefeya Rêber Apo êdî li seranserê cîhanê bûye çavkaniya jiyanê. Êdî ne tenê gelê Kurd tevahiya cîhan dixwaze azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mîsogerkirin. Divê em wek jin, ciwan, zarok û tevahî gelê Kurd xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin.”
‘Emê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin’
Her wiha Rojnamevan û çalakvana bi navê Qeder Kar jî tîne ziman ku çalakiya Mexmûrê dikeve roja xwe ya 200’an de û wiha dipeyîve: “Me wek koma 39’emîn çalakî dewrgirtiye. Dijmênê gelê Kurd ji hêza gelê Kurd û ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirse. Ji bo wê ji êriş dike û dixwaze me tinebike û bi tecrida li ser Rêber Apo re gelê Kurd fêrî bê Rêbertî bike. Ji dîrokê ve, gelê Kurd ji bo hebûn ango Rêber Apo têkoşîn dide meşandin. Bi salane dagirker dixwaze welatê me dagirbike û Rêbertî ji gelê Kurd bide dûrxistin. Li dijî van dagirkeran jî, gelê Kurd bê hempa têdikoşe. Gerîla ji aliyê xwe ve derbeyên giran li dijmin dixe, gel jî ji aliyê xwe ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe. Hêvî ji serkeftinê bi rûmetir e. Ev gotinekî pir girîng û bi nirxe, ji bo wê jî di her aliyan de hêviyên me hene ku emê serbikevin û bigihijin armanca xwe. Wek ciwanên Mexmûrê em xwediyê vê şoreşê ne, ji ber ku yê dibe xwediyê şoreşê serdikeve. Ev 3 salin agahî ji Rêbertî nayê girtin, di hêla hiqûqî de nayê qebûlkirin. Mafên Rêberê me tê binpêkirin, divê em wek ciwanên Kurd xwedî li Rêberê xwe derbikevin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
‘Bêdengiya CPT hevkariye’
Herî dawî Rojnamevan û çalakvana bi navê Xerîba Nêrwehî jî axivî û bal kişand li ser piştgirya ji bo Rêber Apo tê kirin û diyar kir ku li cîhanê xwedîderketinek mezin ji bo Rêber Apo heye û wiha pêde çû: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û çareseriya pirsgirêka Kurd, gelek çalakî hene. Bê navber gel dimeşe, daxuyanî dide û panel-konferansan lidardixin. Em hemû kesên ku îro ji bo Rêbertî di nava çalakiyan de ne, silav dikin. Emê bi saya çalakiyên gel û girtiyan, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. CPT bêdenge, bêdengî jî hevkarî ye. Her wiha em dikevin heyva komployê, ji ber wê em vê roja reş a 15’ê Sibatê şermezar dikin. Bi milyonan kes benda azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û divê em hîn zêdetir têbikoşin.”