ŞEHBA- Di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li qampa Serdemê ya Şehbayê di derbarê salvegera 25’emîn a komploya 15’ê sibatê ya li ser Rêber APO civînek ji ciwan û jinên ciwanan re hate lidarxistin.
Civînê bi girtina deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Her wiha, di derbarê çawaniya pêkanîna komploya navdewletî li ser Rêber Apo û dîlgirtina Rêber APO nîqaş hatin kirin. Her wiha, erk û berpirsîyartiya ciwanan li dijî komployê çi ye û berpirsiyartiya ku dikeve ser milên ciwanan ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatin nîqaş kirin.