REQA – Îro Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Reqayê bi boneya nêzbûna salvegera dîlgirtina Rêber Apo bi komployekî navnetewî, dest bi xwendina pirtûka “Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin” kirin.
Xort û jinên ciwan li baxçeyê şehîd Hevrîn Xelef a bajarê Reqayê li hev civiyan û li wir dest bi xwendina pirtûka “Hûn Nikarî Roja Me Tarî Bikin” kirin. Di dawiyê de ciwanan mûm pêxistin û dirûşmeyên silavkirina Rêber Apo berz kirin.