QAMIŞLO- Bi armanca xurtkirina pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Çareseriya Pirsgirêka Kurd” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, wê bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê heta 15’ê Sibatê bidome. Ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi ciwan û gel re baştir bidin nasîn.
Çalakiya ku duh li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê destpê kir, îro li bajarê Qamişlo berdewam kir. Di çalakiya bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan de pirtûkên parastina Rêber APO, kovara Silava û kovara Ciwanên Şoreşger jî cih digirin.
Çalakiya Pirtûkxaneya Rêwî ku ji aliyê gelê herêmê ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin, îro li Zanîngeha Qamişlo û sûka Qamişlo rawestiya û standek vekir. Di çalakiyê de tevî standên hatin vekirin, pêşangeha wêneyên Rêber APO û şehîdan hate vekirin.
Hat diyarkirin ku dê di dema pêş de şano jî bên lidarxistin.
Pirtûkxaneya Gerok dê sibê li bajarê Dêrikê xebatên xwe bidomîne.