NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirk a dagirker êrişên li Zapê çawa şîrovekir, nirxandinên wan çibûn û dixwestin çi bidest bixin? Gerîlayên Azadiyê çawa hemû plan û aramancên hikumeta faşîst ya AKP-MHP’ê vale derxistin?
Beriya operasyonên li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybet operasyona dawî ya li ser Zapê, dewleta Tirk a dagirker wesan hesab dikir ku ewê bi teknîk û hêza xwe çi cihê bixwaze dagir bike û baregehên leşkerî lê ava bike. Dixwest bi van êrişan gerîlayên azadiyê tine bikin, bi vê rêyê jî têkoşîna azadiya Gelê Kurd ji holê rake. Lê dema artêşa Tirk berê xwe da Zapê, hemû xewn û xeyalên dewleta Tirk têk çûn.
Gerîla çawa xewn û xeyalên dewleta Tirk vale derxist?
Dema ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe berê xwe da Başûrê Kurdistanê û xwest li Zapê bigihi armanca xwe, lê rastî hêz û berxwedana gerîlayên azadiyê hat. Lê dît ew tenê nikare li hemberî komek gerîla jî şer bike, dît ku çiyayên Kurdistanê jî li hemberî dagirkeriyê rawestiyane. Bê guman ev tenê ne gotinin, amarên li Zapê jî vê yekê derdixin holê. Di meha Çileyê de tenê li Zapê 99 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.
Dema Artêşa Tirk di sala 2021’an de li Gareyê operasyon da destpêkirin, Erdogan gotibû; “Em ji bo dawî anîna PKK’ê çûne Iraq û em şerê herî mezin ê komarê dikin.” Lê piştî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê, artêşa Tirk ji Gareyê reviya.
Dewleta Tirk di sala 2021’an de dijî Gare, Heftanîn û Zapê, bi hemû hêz û teknîka xwe operasyon pêkanî, lê dîsan binket. Têkoşîn û berxwedana bê hempa ya gerîlayên azadiyê rê li dagirkeran digire, di dîmen û wêneyan de jî diyar bû ku dewleta Tirk derbên çawa dixwe. Lê dewleta Tirk weke her carê, mirî, birîndar û derbên ku ji gerîlayan dixwe, ji raya giştî veşart û diveşêre.
Armancên dewleta Tirk vale çûn
Dewleta Tirk di sala 2021’an de bi hemû rê û rêbazan dijî gerîla û Gelê Kurd şer kir, operasyonek mezin da destpêkirin û komkujî pêkanî. Çekên qedexekirî û kîmyawî bikaranî, welatiyên sivîl bûn hedef, welatparêz, şoreşger û azadîxwaz hatin qetilkirin. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman êriş da destpêkirin, tevî êrişên dijî xelkê sivîl, cihên xizmetguzariyê jî kir hedef.
Bê guman armanca dewleta Tirk ya ji vê siyasetê qirkirine, dixwest li aliyek gerîlayên azadiyê tine bike, li aliyê din jî têkoşîna azadiyê jî bide rawestandin. Ji bo wê jî dem jî diyarkiribû, dixwest di sala 2022’yan de vê yekê pêkbîne. Îro sal bûye 2024 ne tenê xewn û xeyalên dewleta Tirk vale derdikevin, di heman demê de dijî têkoşîna azadiyê têkçûye û nikare bi ser xwe ve jî were.
Amarên şer
Di sala 2021’an de dewleta Tirk bi hemû hêza xwe dijî gerîlayên azadiyê û gelê Kurd şer da destpêkirin. Ji ber siyaseta xwe ya şer, li Tirkiyeyê qeyrana aborî rûdaye û civaka li Tirkiyeyê roj bi roj hejartir dibe. Şerê xwe di sala 2023’yan de gihand lûtkeya herî jor, lê carek din artêşa Tirk nekarî xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre. Êdî artêşa Tirk gihişt wê astê ku cenazeyên leşkerên xwe jî li çiyayên Kurdistanê bişewitîne, ev yek bi belgeyan jî derket holê.
Di şerê sala 2021’an de, li Zap, Avaşîn û Metîna 861 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, 128 jî birîndar bûn.
Di sala 2022’yan de ev şer hîn zêdetir giran bû, di wê salê de 2 hezar û 942 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 408 jî birîndar bûn.
Di sala 2023’yan de dewleta Tirk bi heman awayî operasyonên xwe dewam kir, di vê salê de jî 919 leşkerên Tirk hatin kuştin û 128 jî birîndar bûn.
Li gorî amaran jî derketiye holê ku Artêşa Tirk çawa ji gerîlayên azadiyê derbên giran dixwe û binketinek mezin jiyan dike. Ev yek we kiriye ku îro dewleta Tirk har bibe, ji bo şerek nû li rê û rêbazên nû bigere û ji bo alîkariyê hewara xwe digihîne welatên din.