NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk a dagirker ji dema bajarê Efrînê dagir kiriye ve, 13 baregehên leşkerî li şûna malên şêniyên gundên navçeyên Şera û Şêrawa û başûr rojhilatê bajarê Efrînê yên li eniyên şer ava kirin.
Ev baregeh li gundên Basûfan, Kibêşîn, Kîmar, Dêr Mişmiş, lûtkeya çiyayê Ehlam, Basûtê û Cilbirê li navçeya Şêrawayê ne û li gundên Enab,, Miryemîn, Gupelê, Xalta û Meriskê yên navçeya Şera ne û baregek li gundê Kilcibrîn ê nêzî gundê Eyn Deqnê ye.
Li gorî çavkaniyên leşkerî yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) armanca sereke ya çalakiya duyemîn, bersivdayîna jêderên topbarana li ser koçberên li Şehba, gundên Şêrawa û Şerayê ye. Her wiha piştgiriya şervanên çalakiya Basilê ye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku derdora 450 leşkerên Tirk li 13 baregehên dagirkeran hene. Herî zêde li baregeha Kilcibrîn û Gupelê ne ku ji bo dagirkeriyê stratejîk in.
Di encama topbarana ji baregeha Kilcibrînê dest pê kiriye de, gelek komkujî li dijî şêniyên Efrînê yên ji warên xwe koçber bûne pêk hatin, wek komkujiya Til Rifetê ku di encamê de 8 kes şehîd bûn di nav de zarok hene.
Li gorî heman çavkaniyan, li van baregehan teknolojiya herî pêşketî, çekên giran û navîn, tank, panzer, moşek, kamera û cihazên şopandinê hatine bicihkirin.
HRE`yê hemwextî ragihandina çalakiya Basilê, çalakiyeke din li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li gundê Kîmarê, Enabkê, Kilcibrîn, Gupelê û Cilbirê ragihand. Di encamê de 6 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin û 8 din jî birîndar bûn û gelek amûrên leşkerî hatin rûxandin.