REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Reqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi şev meşekî li dar xistin ji bo ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku di 15’ê Sibatê sala 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo li Kenya gihîşt encamê. Bi dehan ciwan û jinên ciwan tevlî meşê bûn û dirûşmeya “Bi ruh, bi xwîn, em fedayên Rêbertî ne” berz kirin.
Meş ji stadyuma şaredariyê dest pê kir û bi dirûşmeyan û hilgirtina meşaleyan heta derdora dorhêla El-Neîm meşiyan. Piştre ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin. Di dawiyê de li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa Îsmaîl Hewîce axivî. Di axaftinê xwe de destnîşan kir ku wê bi terz û ramana Rêber Apo heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekoşîn bidomînin.