BEHDÎNAN- Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û erk û berpirsyariyên ciwanan ên li hemberî komployê ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî.
Kalkan, Rêber Apo ku li dijî komploya 15’ê Sibata 1999’an têkoşîna herî mezin da meşandin, bi rêzdarî silav kir û diyar kir ku ew hemû şehîdên leheng ên ku bi dirûşma “Hûn nikarin me roja me tarî bikin” li dora Rêber Apo xeleka agir ava kirine bi rêzdarî , hezkirin û minetdarî bibîr tînin.
Ez berxwedana mezin a gelê me, gerîla û ciwanên me yên ku 25 sal in di pêşengiya berxwedana Îmraliyê de pêş dikeve, pîroz dikim. Ez hemû şehîdên me yên qehreman ên ku bi dirûşima “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber APO çerxa agir ava kirin, bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Komploya Navneteweyî; Çi Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an û çi jî Komploya 15’ê Sibata 1999’an be, di dîrokê de êrîşên herî paşverû, herî xirab û herî zêde sûcên li dijî mirovahiyê ne. Di rastiya xwe de ev êrîşa komploger rastiya Rêber Apo, nirx û girîngiya wê ya mezin ji bo ciwanên gelê Kurd, jin, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê derxist holê û her wiha nîşanî her kesî da ku pirsgirêka Kurd çawa ye. Bi rastî jî pirsgirêka Kurd, yanî qirkirina ku sed sal in li ser gelê Kurd hatiye ferzkirin, ne li cîhanê heye, ne jî di dîrokê de pêk hatiye. Ji ber vê yekê komploya navneteweyî ya ku ji bo bidestxistina vê qirkirinê hatiye pêşxistin, ti wekhevî nîne. Tu sûcekî hovane, dijmirovahî, herî giran û lekeyeke reş li ser mirovahiyê weke komploya navneteweyî nîne. Di serî de divê ku em vê rastiyê baş fêm bikin. Armanca vê êrîşê di şexsê Rêber Apo de tasfiyekirina partiya me û pêkanîna qirkirina Kurdan e. Êrîşeke îmhayê bû. Dixwest gelê Kurd tine bike û imha bike. Helbet dixwest siberoja gelê Kurd û ciwanên Kurd tarî bike. Ji ber vê yekê komplo li dijî gelan, li dijî jinan û herî zêde jî li dijî ciwanên Kurd hate kirin. Komplo li dijî mirovahiyê bû, li dijî lêgerîna demokrasî û wekheviyê bû. Têkoşîna mezin a li dijî komployê ku 25 sal in dewam dike, van nirxan jî anî ziman. Têkoşîna jinê ye, têkoşîna ciwanan e, têkoşîna gelan e. Di dîrokê de têkoşîna azadî, wekhevî û demokrasiyê ya herî watedar e. Bi rastî jî Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaneke sermirovî nîşan da. Wî tiştên ku tu kesî nefikirî û ne jî mimkun bû pêk anî. Wî ya ne mimkunî zivirand mimkun.
“Wê li her qada têkoşînê ciwan hebin. Wê li her derê bibin pêşeng. Wê her cihî bikin qada çalakiyê. Wê şêwazên herî dewlemend ên çalakiyê bi kar bînin. Wê qadan û kolanan tijî bikin. “
Bi taybetî ciwanên Kurd, jin, gelê me û êdî mirovahî vê berxwedanê fêhm dike û hembêz dike. 25. di salvegerê de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke mezin a azadiyê ya cîhanî li dar xist e. Ji bo salvegera 25. û sala 26. a vê têkoşînê bersiva herî bi wate ye. Bersiva komployê pêngava bilindkirina têkoşîn û berxwedana Îmraliyê ye. Lewma divê em vê pêngavê li her derê pêş bixin. Di vî warî de divê em vê Tevgera Azadiyê ya gerdûnî ya ku me di salvegera komploya 26 û 25’an de ferz kiriye rast fêm bikin. Beriya her tiştî divê ciwan pêngavê rast fêm bikin, rast hembêz bikin û bi xurtî hembêz bikin. Ev tevger pêngava serketinê ye. Ev pêngav ne tenê ji bo bidestxistina hin destkeftiyên asayî, teşhîrkirina tecrîd û sîstema qirkirinê ya Îmraliyê, danasîna Berxwedana Îmraliyê ji cîhanê re ye. Ev pêngav hewldana şikandina dîwarên Îmraliyê, ji nû ve têkbirina komploya navneteweyî û serkeftina têkoşîna 25 salan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Beriya her tiştî ev rastî wê were dîtin; Pêşî wê were fêhmkirin ku êrîşa komploya navneteweyî û îşkence û tecrîda li Îmraliyê, sîstema qirkirinê ji bo ciwanan, ji bo jinan, ji bo mirovahiyê tê çi wateyê û hemleya me ya Azadiya Cîhanê ya li dijî vê ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dike armanc jî were fêmkirin. Helbet wê ciwanên Kurd beriya her kesî û ji her kesî zêdetir vê yekê fêm bikin. Jixwe fêm kiriye ku bi xurtî beşdarî têkoşînê bûye û pêşengtiya wê kiriye. Tevgera azadiya gerdûnî ya ku ji hêla tevgera ciwanan ve di asta gerdûnî de hate afirandin, pêşengiya ciwanên gerdûnî kir. Niha jî di salvegera xwe ya 25’an de wê vê Rêbertiyê di rêya serkeftinê de bi çalakiya xwe ya li her qadê bilind bike, bidomîne. Bêguman wê sala 26’an bibe sala serketinê. Li vir meşên li Ewropayê pêk tên. Di 17’ê Sibatê de li Kolnê mîtîngek bi mîlyonan kesan tê plankirin. Bi milyonan kes bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku komployê şermezar dike, wê li Kolnê bicivin û helwesteke ku îradeya Kurdan, îradeya jin û ciwanan, îradeya azadî û demokrasiyê ya mirovahiyê nîşan bide ji hemû cîhanê re. Ciwan wê pêşengiya vê bikin. Ciwanên Kurd ên ji Ewropayê wê kolan, kolan û qadên Kolnê tijî bikin. Li Ewropayê meş hene û pêşengiya van meşan dike. Zêdetir dê bêne kirin, dê bêtir beşdar bibin. Meşa mezin a azadiyê li Bakurê Kurdistanê hate destpêkirin. Divê ciwan piştgiriyê bidin vê meşê. Ev ji aliyê hin kom û saziyan ve tê kirin, lê paralelî vê jî divê ciwan hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li metropolên Tirkiyeyê çalakiyên piralî pêş bixin û têkoşîna azadiyê ya ku em li dijî komploya 25’an dimeşînin bi ser bikevin. Ciwanên Rojava her tim di nava çalakiyan de ne. Ciwanên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 24 saetan li kolanan disekinin, naxwin û venaxwin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşin. Ciwanên Kurd ên ji çar aliyê cîhanê li Başur û Rojhilatê li dijî komploya navneteweyî bi bandorkirin, hişyarkirin û rêxistinkirina hevrêyên xwe û ciwanên cîhanê, li ser esasê hedefgirtina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, wê têkoşîneke mezin bidin meşandin. Wê bi tevahî seferberî şer bike. Her çalakiya wan wê derbên giran li komplo û sîstema qirkirinê ya tecrîd û îşkenceya ku bi salan e berdewam dike û îro jî berdewam dike. Yanî di her aliyê têkoşînê de ciwan wê hebin. Ew ê li her derê bibin pêşeng. Wê her cihî veguherinin qada çalakiyê. Ew ê şêweyên çalakiyê yên herî dewlemend bikar bînin. Wê qad û kolan tijî bikin. Wê vîna azadî û demokrasiyê ya ciwanên Kurd derxinin holê. Wê vîna ciwanan derxinin holê. Dê nîşan bidin ku ew ê ti carî dest ji azadiyê bernadin û bi kîjan êrîşan re rû bi rû bimînin jî wê bi têkoşîna li ser esasê azadiyê serkeftinê bi dest bixin. Her helwestek din nikare bibe helwesta ciwanên Kurd.
Divê em vê salvegera 25’emîn bi salên berê re bidin ber hev û tevlihev nekin. Heta niha têkoşîna li dijî komployê di qonaxên cuda de derbas bûye. Pêşî pergala Îmraliyê derket holê. Rêheval Viyan di salvegera 7. a tecrîd û îşkenceya Îmraliyê de bi tevahî komplo red kir û bi gotina “Ez naxwazim bijîm” daxwaza azadiya Rêber Apo kir, helwesteke dîrokî nîşan da. Piştre jî çalakiya gerîla pêş ket. Ji 1’ê Hezîrana 2010’an û vir ve ji 25’ê Tîrmeha 2015’an şûnde ciwan, jin û gelê me bi pêşengiya gerîla li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê çalakî li dar xistin. Di sala 2019’an de greva birçîbûnê ya mezin pêk hat. Belê, di çalakiyên dawî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwestin, lê aliyê propagandayê yê van çalakiyan hebû. Niha pêngava me ya gerdûnî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd ne tenê tevgereke propagandayê ye. Ev ne tenê gihandina rastiya Rêbertî ji bo cîhanê, jin, ciwan, kedkar, karker û gelan e, bêguman pêngava serketinê ye. Wê pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bike, dîwarên Îmraliyê bişkîne û hilweşîne. Jixwe komplo hatiye şikandin, sîstema Îmraliyê hatiye şikandin û wê bi temamî têk biçe. Ew ê teqez tecrîdê bişkîne, ev di esasê xwe de pêngava serketinê ye. Ciwanên Kurd wê bi cesaret, fedekarî, vîn, hişmendî û rêxistinbûneke mezin vê têkoşînê bimeşînin û teqez bi ser bikevin.
“Ciwan ji her kesî bêhtir wê vê gerîla fêm bike, ciwan ji her kesî bêtir dê vê gerîla biparêzin, xurt bikin û geş bikin.”
Di serî de ez gerîlayên me yên qehreman ên ku li Zap, Metîna, Xakûrkê û Avaşînê çeperên faşîst ên AKP-MHP’ê şikandin silav dikim, operasyonên wan ên şoreşgerî yên di dawiya Mijdar-Kanûnê û herî dawî jî 12’ê Çileyê pîroz dikim û şehîdên leheng bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Gerîla rûmeta me ye, rûyê me ye, bi rastî ruh, hest, pêşeng, fikir, hişmendî û hêza rêxistinî û sembola gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd e. Hêza herî bingehîn a ku nîşan dide jiyan û helwesta rast a welatparêzî çi ye. Beriya her tiştî ez dikarim bi vê wesîleyê bersiva helwest û çalakiya lehengî ya gerîlayên me yên ku derbeya herî giran li komploya navneteweyî û tecrîda li Îmraliyê li ser Rêber APO danî, bidim. Li hemberî van helwesta ciwanan wê çawa be, ev xet e. 1’ê Cotmehê li Enqereyê qereqola dijmin îmha kir rêheval Erdal û Rojhat. Ev xet bû, talîmat bû, ferman bû. Ji bo welatparêziya rast, çi şoreşgerî, çi aktîvîzma rast, çi helwesta ciwanan ev xet bû. Niha gerîlayê ku li qadên Parastina Medyayê keriyên faşîstan tine dike, diperçiqîne û ji holê radike, jiyana xeta helwesta wî jî mînakek e, sembolek e û ev xet e. Xetek e ku nîşan dide ku pîvana cesaret û fedakariya ciwanan û welatparêzî û şoreşgerî ya hemû gelan çi be. Beriya her tiştî wê ciwan vê xetê baş fêm bikin û bi wê re baş tevbigerin. Ya duduyan, gerîla artêşeke ciwan e, şik û guman jê tune ye, yanî beşên herî hişmend, herî leheng, herî qehreman, herî hestiyar, herî fedekar û têkoşer ên ciwanên Kurd, keç û kurên wan tên cem hev di nava gerîla de, di nava refên HPG-YJA-STAR’ê de dibin yek. Li Zapê li dijî keriyên faşîst ên AKP-MHP’ê dibin yek. Metîna û Avaşîn, Bakurê Kurdistanê derbên giran li tevahiya dijmin dixin. Zîhniyeta qirker a faşîst a dagirker dişkînin û siyaseta ku rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê temsîl dike, ber bi hilweşînê ve diçe. Niha yên vê dikin cewherê ciwanên Kurd in. Ruh, cewher, pêşeng, artêşbûna ciwanên Kurd ên gerîla, ciwan ji her kesî zêdetir divê gerîla fêm bikin, ciwan ji her kesî zêdetir wê gerîla biparêzin, xurt bikin û geş bikin. Em dikarin vê yekê îfade bikin, her kes dizane ku ciwan pêşengê têkoşîna me ya azadiyê ye, pêşengê avakirina modernîteya demokratîk, pêşengê hemû xebatên me ye. Ne tenê di vî karî de, di hemû lêkolînan de pêşeng e, pêşengê çalakiyên îdeolojîk, siyasî, civakî, leşkerî yên rêxistinî û têkoşîna girseyî ye. Rast e, lê em niha li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê dimeşînin. Yanî têkoşîna me ya sereke şerê şoreşgerî ye, lewma hemû xebat girêdayî şerê şoreşgerî ye. Têkoşîna ku ciwanên ku pêşengên hemû hewldanan in, wê herî zêde bi rê ve bibin û hembêz bikin, bêguman têkoşîna gerîla û şerê şoreşgerî ye. Ew ê helwesta xwe ya li hemberî şerê şoreşgerî li gorî wê diyar bikin, ango wê bi lêkolînên din re muqayese nekin, wê her tiştî li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bikin, lê beriya her tiştî wê gerîlatiyê ji xwe re esas bigrin. Şerê şoreşgerî wê bibe bingeh, wê tevlî gerîla bibe, beşdarî şerê şoreşgerî bibe, li ser vê bingehê têkoşînê bide meşandin. Ew ê vê yekê wekî pêşîn û erka hişmendiyê binirxînin
Wê berdewam bike…