NAVENDA NÛÇEYAN – Ji gerîlayên enternasyonalîst Andok Gabar ê ji gelê Elman û Rênas Cûdî yê ji gelê Ereb, li ser amadekariyên dema nû axivîn.
“Navê min Andok Gabar, ez li Almaniya ji dayîk bûm. Min partiya me di sala 2018 de nas kir. Li jiyana min li Ewrûpa ez her tim di nav lêgerînekî de bûm. Li Ewrûpa ji dest pê kê zarokatî heya demê dawî me her tim li dijî hev du jiyan dikir. Ji dest pê kê mektebê heya dawîyê em her tim fêr dibin çawa ji bo xwe jiyan bikin. Jiyanekî antî-komunal fêr dibin. Min di hemû jiyana xwe de cihê xwe nedît. Dema ez çûm zanîngehê, min rêxistina me ya xwendekaran nas kir. Dema min PKK û di eynî demê de paradîgma Serokatî nas kir ew wek perspektîfekî ji bo jiyana min bû. Berî ez her tim bê bawerî bûm, her tim bê hêvî. Em her tim di nav nîqaşan li ser şoreşê de bûn, nîqaşan li ser jiyanekî nû, ama me di jiyana xwe perspektîf ava nedikir.
CARA YEKEMÎN Dİ JIYANA MIN DE BÛ KU BAWERÎ Û HÊVÎ AVA BÛ
Ew naskirin cara yekemîn di jiyana min de bû ku bawerî û hêvî ava bû. Cara yekemîn min bi xwe bawer kir jiyanekî nû, jiyanekî komunal ji bo hemû cîhanê dibe. Tenê tevlîbûna çalakî û di eynî wext de di nav sîstema kapîtalîst jiyan kirin, jiyana xwe di zanîngehê de berdewam kirin, ji min re her tim wek şîzofreniya dihat. Di aliyekî de me her tim li ser şoreşê nîqaş dikir, her tim li ser hevalên li ser çiya nîqaş dikir, ama di eynî waxt de em jiyana xwe rehet berdewam dikin, rîsk nadin ber çavên xwe. Çiqas waxt derbas bû, rêya min diyar bû. Piştî du salan ez tevlî bûm. Piştî tevlîbûna min ez demekî di Ewrûpa de mabûm, û piştî demekî ez hatim çiya.
RASTIYA JIYANA LI ÇIYA PIR CUDA BÛ
Rastiya jiyana li çiya tiştekî pir cuda bû. Dema ez nû hatim, cara yekem min ferq dikir ez çiqas zeyf bûm di nav sîstemê de. Her tim li dijî hev du pirsgirêkên biçûk derdikevin ku em nikarin çareser bikin. Em nikarin tiştek bi hev re çareser bikin, em her tim tenê bi xwe difikirin. Li jiyana li vir kîjan pirsgirêk li pêşiya me ye, kîjan zehmetî li pêşiya me derkeve emê bi hev re têkoşîn bikin, emê bi hev re çareserî ava bikin. Taybet tiştek wek hevaltî. Min çiqas gotin li ser wî bihîst, min çiqas axaftin li ser wî meşandî, lê rastiyê tiştekî pir cuda bû. Yanî çiqas were gotin nayê fêm kirin. Tiştekî ku tenê di teorî de nayê fêm kirin. Li Ewrûpa her tim tê gotin ew şer ku li vir tê meşandin şerekî di navbera gelê kurd û gelê tirk e. Ama bi rastî ew şer ku li çiyayên Kurdistanê tê meşandin şerekî îdeolojîk e. Şerekî di navbera dagirkerî û hêzên azadîxwaz e. Ew hêzên me li çiya her sanî di jiyana xwe de azadî û exlaqa însanetî diparêzin.
TU DEWLET NIKARE LI DIJÎ VÊ ÎDEOLOJÎ BI SER BIKEVE
Bi taybet dewleta tirk û dewletên NATO di nava vê şer de her sînor derbas kirin. Her roj çekên kîmiyasal, çekên taktîk nûkleyer û kîjan çek ku di destên NATO de ne li dijî gerîla tên bi karanîn. Ew bikaranîna silehan taybet tirsê NATO, tirsê giştî dewletan li dijî îdeolojiya me diyar dike. Tirsa dewlet herî zêde îdeolojiya me ye. Em kîjan rêxistinê di cîhanê de meze bikin teorî û pratîk ewqas nêzî hev li cihekî cuda nayê meşandin. Tenê gotin yan tenê pratîk li vir nayên meşandin. Her tişt bi hev re tê meşandin. Tenê bi vê şêwazê em dikarin hel bidin bi rastî jiyanekî nû ava bikin. Her çiqas jî destekekî dewletên NATO her roj ji bo dewleta Tirk were dayîn, li dijî ev berxwedana pîroz dewleta Tirk nikare rojekî serbikeve, nikare rojekî tenê gavekî pêş de biaveje. Taybet van salên dawî her roj zêdetir net dike. Li dijî vê îdeolojî, li dijî vê jiyanê, ev bawerî, dewleta Tirk nikare bi serbikeve. Kîjan dewlet bila bibe nikare li dijî vê îdeolojî bi ser bikeve.
BILA HEMÛ CIWANÊN EWRÛPA TEVLÎ ŞERÊ ME BIBIN
Em hemû dizanin serkeftin ya me ye. Li ser vê esasî emê her roj hewl bidin tevlîbûna xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya şer xurtir bikin. Herî dawî ez dixwazim bangawaziyekî ji bo hemû ciwan li Almanya û li giştî Ewrûpa bikim. Kî hêvî dike jiyanekî nû, jiyanekî rast ava bike, cîhanekî nû bi sistemekî komunal ava bike bila tevlî jiyana me li çiyayên Kurdistanê bibe, bila tevlî şerê me bibe, bila tevlî hêzên gerîla bibe.
EMÊ BERXWEDANA HEVREYÊN XWE BI SER BIXÎNIN
Gerîlayê HPG’ê Rênas Cûdî jî anî ziman ku ji gelek aliyan ve ew amadekariyan dikin û got, “Di şerê tunelan de me tecrûbeyeke baş bi dest xistin. Di dema pêş de em ê hîn xurt bikin. Dewleta Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrîş dike. Em ê bi amadekariyên xwe van êrîşan têk bibin. Em ê berxwedana hevrêyên xwe bi ser bixînin.”
ÇAVKANÎ: ANF