DIRBÊSIYE- Çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyên endamên Yekitiya Jinên Ciwan û ciwanan ve didomin.
Yekitiya Jinên Ciwan a li navçeyê Hesekê a Dirbesiyê panelek li dar xist. Di panelê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî hate pêşandan.
Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Êlîza Hiso axivî û balkişand ser girîngiya fikr û felsefeya Rêber Apo Êlîza bang li ciwanna kir ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.