DÊRÎK – Bi armanca xurtkirina pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, ji bo fikr û felsefeya Rêber Apo ji ciwan û raya giştî re bide naskirin, Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok a ku dê Herêma Cizîrê ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan hatiye destpêkirin wê heta 15’ê Sibatê berdewam bike.
Çalakiya ku 3 roj berê li navçeya Dirbesiyê ya Hesekê destpê kiribû, rojek berê li bajarê Qamişlo berdewam kir. Di çalakiya bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a ku duh li bajarê Dêrikê çalakiya xwe berdewam kir de standên vekirinê de pirtûkên parastina Rêber Apo, Rastiya Rêbertî, kovarên Silava û Ciwanên Şoreşger ên ji aliyê Alî Haydar Kaytan ve hatibûn nivîsandin, hatin vekirin.
Çalakiya şanoyê ya derbarê komployê de ji aliyê jinên ciwan ve di çalakiya pirtûkxaneya gerok de hat li darxistin û eleqeyeke mezin ji aliyê ciwan û derdorê ve kişand. Piştre ji bo Rêber Apo helbest hatin gotin, pirtûk li ciwan û gel hatin belavkirin.
Hate hînbûn ku çalakî wê îro jî li Dêrikê bidome.