NAVENDA NÛÇEYAN
QSDˊê ragihand ku Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di 8ˊê Sibatê de li rojavayê Firatê 3 şervanên wan şehîd xistine û got: “Îdiaya wezareta dagirkeriyê ne raste.”
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiaya Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a şehîdxistina 3 şervanên wan li rojavayê Firatê derewand.
Daxuyanî wiha ye:
“Wezareta Berevaniyê ya dewleta Tirk a dagirker îro daxuyaniyek da û îdia kir ku di roja 8’ê Sibatê li herêma rojavayê Firatê de 3 şervanên me şehîd xistine. Îdiaya Wezareta dagirker ne raste.”