MÊRDÎN – Meşvanên Azadiyê dema gihiştin Mêrdînê bi dirûşmeyên “Bimre koletî, bijî azadî” û “Bijî Serok Apo” li nava bazara dîrokî meşiyan.
Şaxa Wanê ya “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dest pê kir, di roja 9. de gihişt navçeya Nisêbîn a Mêrdînê. Meşvanên azadiyê yek bi yek li ber avahiya navçeya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) destên xwe spartin gel û bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” ber bi navenda bajêr ve hatin şandin. Meşa Azadiyê ya ku di ketina Mêrdînê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Wesayîtên derbasbûyî jî bi lêdana qurneyan piştgirî dan çalakiyê.
BI pankarta ‘LI DIJÎ TECRİDÊ RABE’ meşiyan
Li Mêrdînê di meşê de esnafan ziyaret kirin. Meşa ku bi dirûşmeyên “Bimre koletî, bijî azadî”, “Jin, jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo” hat lidarxistin, ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hat. Di meşê de pankarta “Li Dijî Tecridê Rabe” ji aliyê Meclîsên Ciwanên Partiya DEM’ê ve hat vekirin û dirûşma “Ciwan serî li faşîzmê natewînin” hat berzkirin. Stranên gelerî yên Meşa Azadiyê, “Girtiyên Azadiyê” û “Zindana Diyarbekir” hatin gotin. Dikandaran li ber derî Meşa Azadiyê pêşwazî kirin. Welatiyên di trafîkê de ji bo Meşa Azadiyê ya ku destên xwe bi esnafan re hejandibûn qorneyên erebeyên xwe lêxistin.