DÛÎSBURG – Ciwanên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê li ber foruma Dûîsbûrgê ji bo Rêber APO standa azadiyê vekirin. Çalakgeran li ser komploya 15’ê Sibatê û tecrîda girankirî ya 25 salan li ser Rêber APO axaftin kirin û derdor agahdar kirin.
Di standa ku bi pêşengiya ciwanan hat vekirin de, di çarçoveya kampanya Kartpostalê ya ku ji bo Rêber APO re bê şandin, gelek kesan kartpostal dagir kirin.
Ciwanan di çalakiyên xwe de li ser meşa mezin a 17’ê Sibatê ya li Kolnê ku wê bi sed hezaran kes beşdar bibin, belavok belav kirin û banga tevlîbûnê kirin.
Ciwanan bi gerandina govendê û qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Gerîlla” û “Terorîst Erdogan” dawî li çalakiya xwe anîn.