KASSEL- Ciwanên TekoJIN (Jinên Ciwanên Tekoşer) û TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêber APO li bajarê Kassel ê Elmanyayê stand vekirin.
Di çarçoveya hemleya “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hatiye destpêkirin, ciwanan ji bo Rêber APO ku 25 sal in di Sîstema Îşkenceya Îmraliyê de dîl tê girtin, stand vekirin. û ev 36 mehin tu agahî jê nayê girtin, û xelkê derdorê agahdar kir.
Ciwanan li Königsplatz, qada fonksiyonel a Kasselê stand vekirin û belavokên li ser Rêber APO û her wiha pirtûkên Rêber APO li gelê derdorê belav kirin.
Jinên Ciwan û Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Onder APO pêk were ew ê li qadan bin.
Di heman demê de bang li hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê kir ku di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” di 17’ê Sibatê de li bajarê Kolnê meşa mezin bê lidarxistin.
Li ser vê bingehê ciwanan bi dirûşmeyên “Bê Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Rêber APO Fedayî ye” dawî li çalakiya xwe anîn.