Kesayeta Sosyalîst bi tenê kesayetekî alternatîf yan jî berhemekî ku nû li hemberî lîberalîzmê hatibe derxistin nîne. Ne ew kesayetê ye ku piştî derketina lîberalîzmê pêwistî bi avakirina wê hatibe dîtin. Fêmkirina ku kesayeta lîberal heye û derketiye, ji bo vê jî kesayeta sosyalîst derketiye û alternatîfa wê ye, tam ne rast e. Erê alternatîf û çareserî ye, lê ji wê jî wêdetir e. Kesayeta sosyalîst kesayeta ku mirov di jiyana xwe ya herî azad û asîl a ku di civaka xwezahî û destpêka mirovahî û civakbûyîn de jiyankiriye ye. Kesayeta ku di atmosferekî durî hiyerarşî, durî zihniyeta desthilatdarî û çînayetî de ye. Sosyalîst wekî nav nû ye, lê jiyan, pîvan û cewhera wê di civaka xwezahî de şênber û di astekê jor de hebû. Kesayetekî asîl û kok e. Di heman demê de jî li hemberî kesayet û jiyana ku bi dewlet û desthilatdarî pêşketiye hatiye pêşxistin. Berovajî vê yekê fêmkirin, fêmkirinek e ku pergala kapîtalîst û zihniyeta wê ya desthilatdarî pêşxistiye û dixwaze hakîm bike. Ji bo fêmkirinekê rast û destgirtinekê rast a kesayeta sosyalîst ev girîng e. Kesayeta sosyalîst û ya lîberal ne diyalektîk in û ne dualîte ne jî. Yani, ne
hevdu temam dikin, ne jî bi hev re jiyanê watedar dikin. Yek asîl e, yek sexte ye. Yek azadiyê de israr dike, yek jî koletiyê de israr dike. Ev herdu bi her awayî li dijî hevdu ne. Bi hevre jî nayin jiyîn. Cihekê sosyalîst hebe, lîberalîst hebûna wê ne gengaze. Kesayeta lîberal ji bo tunekirina sosyalîst, civaka wî derketiye û keda wê dide. Mirovekî ku sosyalîst be, saniyekê bîla jiyana lîberal di xwe, civak û derdora xwe de qebul nake, ti carî napejirîne. Heta dawî ji bo tunekirina wê şer dike. Sosyalîstek bêje, ez sosyalîst im, lê taybetmendiyên lîberal jiyan bike, xwe dixapîne, heta ew lîberalê herî xeter e. Kesayeta sosyalîst pir şîlo hatiye nîşandan û êrîşekê îdolojîk muazzam li ser vê kesayetê tê
meşandin.
Kesayeta sosyalîst û jiyana wî çi ye û çawa ye mirov pir şênber di Rastiya Serokatî de dibîne. Rêber APO dibêje: “Ez sosyalîstekî rasteqîn im. Ez dizanim li kuderê çawa tevbigerim û çawa bikim. Vayê jî bi rih û bi zanabûn dikim.” Ji aliyê din ve pêwîste mirov wisa fêmneke, însan di civaka xwezahî de çawa jiyan kiriye, bi kopîkirina yan jî teqlîdkirina vê kesayetê mirov bibe sosyalîst. Bêguman vayê jî li gorî şert û mercên îro ne pêkane. Lê exlaq, civakbûn, zihniyet û pîvanên wê ji bo roja îro jî derbasdar in. Di jiyana mirovatî de gellek guhertin û veguhertin di aliyê analîtîk û hestyarî de çêbûne, ji ber vê jî bê berçavgirtina pêşketinên dîrokî kesayeta sosyalîst jî avanabe. Di roja me ya îro de sosyalîstê rasteqîn Serokatî ye. Sosyalîstbûn çawa were jiyankirin di Rastiya Serokatî de pir şênber tê dîtin. Heger îro tê gotin heqîqet Serokati ye, ev ji vê rastiyê tê. Me li ku wendakiriye, divê em li wir lêbigerin. Heqîqeta mirovatiyê bi derketina desthilatdariyê pûçbûye, ji vê û pêve xerabûn û jirêderketin destpêdike. Li şûna çanda jin-dayîkxwedawend êdî zihniyeta desthilatdar a zilam serwer dibe û civak gav bi gav tê tarûmar kirin. Yê ku îro jî temsîliyeta çanda civaka xwezahî dike, jiyan dike û dide jiyankirin Serokatî ye. Jiyana Serokatî û sosyalîzma ku têda bi îsrar e, xet û pîvanê wî di xwe de dayîna rûnişkandin ji bo xwe gihandina sosyalîstbûyînê şertên bivênevê ne. Ji bo ku em bibin sosyalîst divê em taybetmendiyên wê zanibin, bi vê zanabûnê jiyan bikin û li derdora xwe bidin jiyankirin. Ne sosyalîzm bê kesayeta wê dibe, ne jî kesayeta wê bê keda pêşxistina sosyalîzmê dibe. Rêber APO çi taybetmendiyekê sosyalîst di xwe de avakiribe û pêşxistibe, hertim kiriye malê herkesî. Serokatî her taybetmendiyekê lîberal jî dema tespît dike, dahurandina wê dike û alternatîf û çareseriya wê pêşdixîne. Ev bi xwe jî taybetmendiyekê sereke ya sosyalîstbûnê ye. Ji bo sosyalîstekê xwe beramberî gel û rêhevalên xwe berpirsyar dî tin mercekê girîng e. Ne ezez e, komînal û kolektîf e û ji ber vê li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî jiyan nake, daîmî berjewendiyên gel, civak û têkoşînê cem xwe li rêza herî pêşî digire. Sosyalîst xwe cuda nagire dest, xwe mezin nabîne, xwe ecibandin û ji xwe hezkirin rast nabîne û jiyan nake. Li hemberî van taybetmendiyan derdikeve û şerê wê dike. Kesayetekî sosyalîst çi red bike û çi qebul bike divê bizanibe. Pîvanên red û qebul ên
sosyalîstekê bi ti awayî nabin şexsî, têda wicdan, exlaq, berjewendiyên civak û îdolojî esas in. Biryar bi wicdan û hestên politîk digire û li gorî vê gavên xwe diyar dike. Wicdan xwedî giringiyekê jiyani ye, gava ku sosyalîst tê gotin jixwe wicdan tê bîra mirov. Yek ji sedemên serîrakirina wî jî ev e. Wicdan pîvanekê esasî ya sosyalîstbûnê ye, ya ku dihêle xwedî edalet be jî ev e. Edaletbûn jî pîvanekê bingehîn e, asil jixwe berxwedan û têkoşîna sosyalîst ji taybetmendiya wî ya edalet û derketina wî li hemberî bêedaletê tê. Li cihekê ku nêzikatiyên derveyî pîvanên exlaqiya civakê hebin mudexele dike. Ev bi taybet di Rastiya Serokatî de taybetmendiyekê diyarker e. Derketina Serokatî jî
derketinekê li dijî bêexlaqî û bêedaletê ye. Rêber APO bi gotina “Kurdistan mêtingeh e” dest bi têkoşînê kir. Yani pirsgirêka bindestî û bêedaletî tê tespît kirin û li gorî vê têkoşîna azadî û edaletê tê dayîn. Heger îro wekî sosyalîstê rasteqîn Serokatî tê destgirtin, yek jî ji ber vê rasti ye. Sosyalîstbûn milîtantiya Rêber APO ye, şervantiya heqîqetê ye, şopdariya şehîdan e û parastina nirxên civak û gel e. Serokatî bi hebûn û jiyana pîvanên sosyalîstbûna danî holê û pênasekiriye. Kesayeta sosyalîst di dîrokê de girt dest û bi roja me ya îro senteza wê çêkir. Ji ber vê kesayeta sosyalîst kesayetekî ku pêşeroj û paşeroj di niha de jiyan dike ye, kesayetekê gerdûnî û bi xwezayê ve girêdayî ye. Wekî me li beşên berê jî anî ser ziman sosyalîstbûn bi pêkanîn, înşakirin û jiyankirina paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin ve girêdayî ye. Li ser vî esasî hertim têkoşîna derbaskirina zayendperestiya civakî û zihniyeta zilamsalarî di rêza pêş de dimeşîne. Ji bo sosyalîstek rêhevaltiya rast a têkoşînê girîng e û li ser vî bingehî tîpolojiyên jin û zilam ku sîstema kapîtalîst avadike red dike, ji bo xwe egîdbûyîn û zîlanbûyîn esas digire.
Sosyalîst ne hebûnekê utopîk û xeyalî ye, yani xwe gihandina wê û bûyîna wê pir dûr û ne genganz be. Na, berovajî vê di roja me ya îro de yên ku jiyandikin û di dîrokê de jiyankirin hene. Ev mijarekê têkoşînê ye. Serokatî dema xwe tîne ser ziman, dibêje: “Ez ji we hemuyan lewaztir bûm û bê çare bûm, lê min xwe avakir û xwe pêşxist.” Ji bo ku mirov bibe sosyalîst heta dawî pêwistî bi têkoşînekê bêhempa û bê navber bi dijminê hundirîn û derve heye. Em behsa têkoşînekê dikin ku şerê dijmin di warê îdolojî, siyasî, aborî, civakî, zihnî û leşkerî de bide. Ev yek ne rehet e û ne jî hêsan e, ji ber ku bi kesayetekê hezaran salan avabûye rû bi rû ye. Ji bo vê fedekariyekê muazzam tê xwastin.
Divê rehetî nasneke, kêfiyet nasneke, nekeve rehewetê, hertim xwedî ked be, bê hesab û û berjewendiyên şexsî be, hemu hesab û qeygiyên wê yên partî, gel û têkoşînê bin. Lazime fedekarekê bi sebir, înad û israr be, xwedî kîn û nefretekê mezin li hemberî dijmin be. Hertim xwedî armanç û hedefê ye. Sosyalîst ti carî bê armanç û bê hedefekê paqij û zelal jiyan nake. Bê armancbûn mirin e, yan jî xwe li ber însafa mirin hiştin e. Balkêş e, însanên sosyalîst hertim ew in ku herî zêde ji jiyanê hezdikin û kêlî bi kêlî wê dinirxînin, mezin dikin û watedar dikin. Heta ji bo jiyan û armanca wê diçîn mirinê jî, xwe feda dikin. Di Berxwedana Zindana Amedê de mînaka Ş. Kemal Pîr diyarker e, dibêje: “Em evqasî ji jiyanê hezdikin, ku em amade ne xwe ji bo wê jî feda bikin.” Ev helwest û hesta H. Kemal Pîr girêdanekê pir bi wate û bêdawî bi jiyanê re nîşan dide. H. Kemal yek ji sosyalîstên mezin ên tevgera me ye, yek ji “Ya ku jiyan ji mirinê cuda dike, jiyanekê bi hedef û bi armanc e.” (Rêber APO) rêhevalên destpêkê yên Serokatî bû û bi têkoşîna xwe xeta partî şênber kir. Ev jî yek ji ferq û cudahiyên herî girîng navbera mirovê sosyalîst û yê lîberal e: Lîberal, ji bo mirin jiyan dike, sosyalîst amade ye ji bo jiyanê biçe mirinê, ji ber vê jî yê lîberal dimire, lê yê sosyalîst dibe nemir û digihîje bêmirin e. Beriya hertiştî û di encam de însanê sosyalîst, şoreşger û apoyî xizmetkarê gelê xwe ye. Pêşengtiya ku dike li ser esasî û bi pîvanên xizmetdayînê dike. Bi gelê xwe re yek e, di nava gelê xwe de ye. Hertim dixwaze barê rêhevalê xwe sivik bike û hertim xwe ji bo barê herî giran, ji bo zehmetiyên herî mezin amade dibîne û pêşniyar dike. Da ku zehmetî û êşên gelê xwe kêm bike, zehmetî û êşên mezin digire ser milê xwe. Vê jî bi hezkirin û kêfxweşî dike. Keddayîn û xebatkirin ji bo însanê sosyalîst maneya jiyanê ye û çavkaniya kêfxweşî ye.
Hin taybetmendiyên Kesayeta Sosyalîst:
• civakî ye û gelperwer e
• têkoşer û berxwedêr e
• fedekar û mutewazi ye
• ji dijmin û mêtingeriyê nefret dike, ji gel û mirovatiyê
hez dike
• êş û derdên gelê xwe hîs dike
• xizmetkar e
• adîl û tolhildêr e
• dirust, zelal û vekiri ye
• dilnizm, sade û xaki ye
• hezdike û tê hezkirin
• atîk û pratîk e
• hurmetdar e, rêzdar e
• gotin û kirin yek e
• bi moral, heyecan û coş e
• di şer de xwînsar e, di jiyan de xwîngerm e
• bi pîvan e û xwedî exlaq e
• di hedef û armancê de zelal e û bi biryar e
• azadîxwaz û jîngehparêz e û gerdûnî ye
• bi huner e
• hesab ji dijmin dixwaz e û hesab dide gelê xwe
• enternasyonalîst e