NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Zarokên Agir li ser malpera xwe ya înternetê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wan li 5 cihên cuda, li dijî sazî û rêxistinên faşîst û hevkar, polîtîkayên asîmîlasyon û şer ên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd çalakî pêk anîn. .
Daxûyanî wiha ye
“Yên ku Kurdistan kirin metîngeh û ji hemû çavkaniyên wê yên binerd û jorîn debara xwe kirin. Em ê ji tirkên ku mafên kurdan talan kirine û bombe bi ser wan de barandine hesab bipirsin. Sed sal welatê me talan kirin, em neçar kirin ku em ji welatê xwe derkevin, Kurd mehkûmî xizmetkirina wan bûn, kirin xizmetkar û heqaret li ziman û çanda me kirin. Bi tiştên ku ji Kurdistanê dizîn, ji bo ku zilm û zordarîyeke mezintir li kurdan bikin, qereqol û zindan ava kirin. Bi tang û balafirên kirîn û hîn zêdetir me kuştin û îşkence kirin. Ji bo ku em zimanê kurdî, yek ji zimanên herî kevnar û dewlemend ên mirovahiyê ji bîr bikin, me asîmîle bikin, me dejenere bikin û ji kok û malbatên me biqetînin, dibistanan wek baregeh bikar anîn. Dibistanên tirkan ên ku wek sazî û dezgehên cerdevaniyê û zordestiyê bi kar tînin, me ji dê û bavên me yên ku me anîne şerm dikin, me mezin dikin, me didin jiyandin û me zindî dihêlin û bi heqaretên hovane me ji nirxên kurdan dûr dixe û dixwaze çand û kevneşopiya ku em ji mezinên xwe fêrbûn nefret bikin, wê nikaribin ji agirê xwe yê tolhildanê xilas bibin.
Di çarçoveya Înîsiyatîfa Zarokên Agir de lîseya Anadoluyê ya li navçeya Gevaş a Wanê, konteynireke li înşaeteke li Çorluya Tekîrdagê, kargeha ku madeyên îzolasyonê difiroşin li Bodrumê, tesîsa vezîvirandinê ya li Maltepeya Stenbolê û Lİ Mêrsînê 2 wesayîtên aîdî hedef faşîstan me hedef girt û zivirand xwelî. Em ciwanên ku bi însiyatîfin silav dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin.”
”
BERFİREHİYA ÇALAKİYAN;
06.02.2024 / Me tesîseke vezîvirandinê ya li Maltepeya Stenbolê bi agir paqij kir.
07.02.2024 / Li Mêrsînê me du wesayitên Tirkan îmha kirin.
07.02.2024 / Me li Muğla Bodrumê kargeha ku melzemeyên îzolasyonê difiroşin bi ‘Ta Tolhildanê’ îzole kirin.
08.02.2024 / Me li Tekirdag Çorluyê li înşaatekê konteynir bi lêdana kibrîçê şewitand.
Em ciwanên bi rûmet ên ku di 06.02.2024an de navenda asîmîlasyonê ya li Wan Gevaşê şewitandin silav dikin.