TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger îro bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya ku ji aliyê dewletên komploger li dijî Rêber Apo pêk hat, sê civîn li dar xist.
Li taxa Zuweyqat a Tebqayê civînek berfireh hat li dar xistin, bi xwendina perspektîfên Rêber Apo derbarê Komployê Navnetewî û bi pêşkêşkirina sînevîzyonekî li ser vê mijarê.
Her wiha, li navenda ciwanan a navçeya El-Cerniye ya Tebqayê civînekî bi heman rengî hate lidarxistin. Li Cerniye jî bi hemahengiya Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li malekî civîneke duyemîn hate lidarxistin.
Civînên ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve li Tebqa derbarê Komploya Navnetewî didomînin.