HESEKE – Cend roj mane wê ev sal, vê 15’ê Sibatê bibin 25 sal ku Rêber Apo li girava Îmraliyê di bin tecrîdekî giran de ye. Niha ev dibin nêzî 3 sal jî ku tu agahî ji Rêber Apo tune ye.
Di 10’ê Cotmehê 2023, di roja despêkirina Komlpoya Navnetewî de kampanya ‘’Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgireka Kurd re çareserî’’ hat ragihandin. Rêxistinên Ciwanan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî tevlî vê kampaniya bûn û diyar kirin ku wê pêşengtîya vê kampaniya bikin. Li ser vê esasî gelek xebatên giring hatin meşandin.
Îro jî bi nezbûna roja reş a 15’ê Sibatê Ciwanên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Konferansa yekemîn a bi navê “Rêbertî û Ciwanan” û bi slogana “Bi rihê ciwantî komplo têk bibin, Cenga Azadiyê Serbixin” li dar xistin. Nêzî 200 ciwanan ji heremên Cizirê, Kobanê, Şehba û Helebê tevlî konferansê bûn.
Konferansa bi deqayekî rêzgirtin destpêkir. Di şexsê Şehîd Viyan Soran de hemû şehîdên çalakiyên ‘’Kes nikare roja me tarî bike’’ û hemû şehîd ku ji bo Rêber Apo canê xwe feda kirin hatin bibîranîn.
Piştî vê ji aliyê endama Yekîtiya Xwendekarên Demokratîk Ranî perspektîfên Rêber Apo ji bo ciwanan hatin xwendin. Di vê perspektîfê de Rêber Apo rol û misiyona ciwanan diyar dike. Rêber Apo qala xeyalên xwe yên li Amedê dike û fikirê xwe ji bo xebatê rêxistinkirina ciwanan destnîşan dike.
Li ser vê esasî endamê komiteya rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî. Aldar Xelîl behsa rihê ciwantî kir û bal kişand li ser pergala netewa demokratîk a ku Rêber APO pêşxistiye. Her wiha, destnîşan kir ku ji bo avakirina vê pergalê ciwan bi rol û misiyonekê giring radibin û ku niha jî sedema pirsgirekên di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk li Rojava de jî bingeha xwe ji rolneleystina ciwanan digre. Aldar Xelîl diyar kir ku ji ber ku pêwîst e ciwan pêşengtîya vê pergalê bikin, eger ew jî bi erka xwe ranabin berpirsiyartiya wê nikare li ser kesên dîtir were avêtin.
Taybet ji bo xebatê avakirina komîn û meclîsan Aldar Xelîl bal kişand li ser giringiya rola ciwanan. Xelîl qala şerê taybet û bandora dijmin ku li ser ciwanan tê meşandin, bi taybet bi bikaranîna înternetê û sanal mediya kir. Diyar kir ku pir giring e çawa înternetê tê bikarbînin ji bo em nekevin di bin bandora wê de. Herî dawî dîsa banga li ciwanan kir û diyar kir ku hêvî û bendewarî ji bo xebatê ciwanan pir in.
Konferans bi vekirina nîqaşa di nav ciwanan de derbare şêwazên pêwîst ji bo şkandina tecrîdê û ji bo pêk anîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam dike. Di berdewamîya konferansê de wê sînevîziyon jî werin nişan dan.