TEBQA – Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û di çarçoveya rêzecivînên ku ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve li Tebqayê tên lidarxistin, îro piştî nîvro Yekîtiya Jinên Ciwan civîneke berfireh ji bo kedkarên jin û mêr di nava Şaredariya Gel û Komîteya Şaredariyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a parêzgeha Tebqayê de li dar xist.
Beşdaran hatin pêşwazîkirin û ji bo bîranîna canê şehîdan deqeyek rêzgirtin hate girtin. Piştre rêgezên Rêber Apo ji aliyê berdefka Yekîtiya Jinên Ciwan Rewda El-Elî ve hatin xwendin. Piştî wê sînevîzyonekî derbarê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo hat pêş kêş kirin û nîqaş hat vekirin.