TEBQA – Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a Tebqa ji bo xwendina pirtûka pêncemîn a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk “Parastina Kurdên di pencê qirkirina çandî de” civînek li dar xist.
Civîn li baxçeyê Navenda Çand û Huner (TEV-Çand) bi amadebûna endamên jinên ciwan pêk hat. Beşekî ji cilda pêncemîn a parêznameyên Rêber Apo hat xwendin û nîqaş hatin kirin. Her wiha, li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û armanca wê hate nîqaşkirin.
Di dawiyê de soza belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo li her aliyên cîhanê hate dayîn û soza berdewamkirina xwendinê û berfirehkirina ramanên xwe dan.