KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan li şaredariya bajarê Kobanê civînek li ser komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo, ku di 15’ê Sibatê 1999 pêk hat, lidarxist.
Civîn bi deqayek rêzgirtin li ser giyanê tevahî şehîdên şoreşê destpêkir. Axaftin ji aliyê berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Neda Şahîn derbarê komployê de hat kirin û sînevîzyonekî bi nirxandinên Rêber Apo li ser komployê navnetewî hat temaşekirin.