MANNHEIM – Li cihên şehadeta Şehîd Ronahî û Şehîd Bêrîvan ên ku di 21’ê Adara 1994’an de li dijî zext, zordarî, girtina komeleyên kurdan qedexeyên dewleta Elman ên ya li ser gelê Kurd bi şewitandina bedena xwe ve tevlî karwanê şehîdên Newrozê bûn, merasîmek hate lidarxistin.
Ciwanên Kurd ku tevî hemû qedexeyên dewleta Elman ên wê demê û îro jî bîranînek li dar xistin, peyam dan: “Şehîd rûyê ronî yê rabirdûya me û avakerên siberoja me ne.”
Endama TekoJIN’ê Arya Guneş jî got, “Em Şehîd Bêrîvan û Şehîd Ronahî yên ku çalakiya fedaî ya li dijî krîmînalîzekirina gelê Kurd a dewleta Elman pêk anîn, bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Guneş diyar kir ku komploya li ser Rêber APO ji bo gelê Kurd qirkirin e û got: “Berî her tiştî em vê komployê şermezar dikin. Rêber APO ev komplo bi Modernîteya Demokratîk pûç kir. Guneş got, “Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê rê dide me” û got, “Divê em pêngava ‘Ji Rêber APO re Azadî, Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd’ bi şopandina xeta Şehîd Ronahî û Şehîd Bêrîvan ve , hembêz bikin û bi ser bikevin.”
Li ser vê bingehê ciwanan bi xwendina strana “Agir û Mîrov” a li ser Şehîd Bêrîvan û Şehîd Ronahî hatibû nivîsandin, merasîmên bîranînê bi dawî kirin.