KOBANÊ – Bi boneya salvegera 25’emîn a dîlgirtina Rêber Apo di encama komployekî navdewletî, Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê ji bo silavkirina berxwedana Rêber Apo li girtîgeha Îmralî û ji bo nîşandana piştgiriya fikir û felsefeya wî, li ser dîwaran suretekî Rêber Apo xêz kirin.
Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên cur bi cur ji bo danasîn û şermezarkirina Komployê Navnetewî ya li dijî Rêber Apo li dardixin. Di 15’ê Sibatê de jî, ku wek “Roja reş” tê naskirin, wê çalakiyên girseyî li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin li dar xistin.