TEBQA – Bi boneya nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, bi şîara “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Tevgera Ciwanên Şoreşger îro li kampa Mehmûdlî a Tebqa civînekî li dar xist.
Civîn piştî nîvro bi amadebûna ciwanên kampê dest pê kir. Di civînê de perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin û piştre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya ji bo girtina Rêber Apo hat temaşe kirin. Piştî wê jî mafê axaftin ji beşdaran re hat dayîn.
Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyên cur bi cur ji bo danasîn û şermezarkirina Komployê Navnetewî ya li dijî Rêber Apo li dardixin. Di 15’ê Sibatê de jî, ku wek “Roja reş” tê naskirin, wê çalakiyên girseyî li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin li dar xistin.