NAVENDA NÛÇEYAN – Kongreya 3ˊyemîn a Yekitiya Ciwanên Pêşverû yên Suryanî li hola Komeleya Xêrxwazî ya Ermenî ya Qamişloyê bi beşdariya 150ˊî delegeyî hate lidarxistin.
Kongre, piştî derbasî rûniştinên taybet ên girêdayî rewşa rêxistinî, nîqaşkirina xebata rêxistinkirina yekitiyê û rêziknameya wê li pêş dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir.
Di kongreyê de hevserokatiya nû ya yekitiyê hat hilbijartin; Colya Beşîr û Subhî Melekî.
Kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Endama yekitiyê Meryana Îsa bi zimanê Suryanî, hevserokê yekitiyê Subhî Melekî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin erka Yekitiya Ciwanên Pêşverû yên Suryanî belavkirin û xurtkriina têgeha diyaloga avakirin e, ji ber ku ji gel, ciwan û gelên din re sûdwariyek e.
Bi diruşma ˊBi xebat û zanînê em di rêya têkoşîn û azadiya ber bi pêşerojeke baş ji ciwanên xwe re dewam dikinˊ ev kongre hate lidarxistin û hate gotin armanca yekitiyê ji vê kongreyê bal bikişîne ser rewşa ciwanên Suryanî, Asûrî û Kildanî, nexasim di gelên şer û gefên berdewam ên ji hêla desthilat, teror û destwerdanên dewletên herêmê li Sûriyeyê.
Endamên yekitiyê li ser van xwestek û bangan li hev kir û wiha ne:
Rêxistinên ciwanên Suryanî li tevahî Sûriyeyê pêk bê, balê bikişînin ser aktîfkirina nivîsgehên giştî û komîteyan di saziyan de, parastina rola jinên ciwan di tevahî xebat û çalakiyan de were aktîfkirin, têgeha ruhê tevlêbûna nîştimanî û neteweyî were çandin û bi nasnameya gelê Suryan, Asûrî û Kildanî serî bilind be, rêzesemîner û panel ji bo ciwanan werin lidarxistin û dayîn. Her wiha ciwan der barê dozên gelê Suryan de mîna Sifo û Semele, Berxwedana Xabûr, girtina rêber Seîd Melkî werin hişyarkirin, tîmên werzîşê werin avakirin, dewreyên perwerdê werin vekirin, foruma giştî ya cara duyemîn bi diruşma ˊRol û girîngiya ciwanên Suryanî-Asûrî û Kildanîˊ were lidarxistin, amadekariyên konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn werin şopandin.
ÇAVKANÎ: ANHA