NAVENDA NÛÇEYAN – Meşa ji bo azadiya Rêber Apo bi beşdariya nêzî 200 enternasyonalîstan li bajarê Baselê destpê kir.
“Meşa Mezin a Enternasyonalîstan a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan” ku ji sala 2017’an û vir ve bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal cara 8’an pêk tê. Nêzî 200 enternasyonalîstên ji 13 welatên cuda yên cîhanê li qada Theaterplatzê ya bajarê Basel ê Swîsreyê li hev kom bûn.
Endamên Civaka Demokratîk a Kurd a li Swîsreyê (CDK-S) jî wê sê rojan bimeşin.
Bernameya roja destpêkê ya meşa mezin a enternasyonalîstan bi vî rengî ye:
Kombûn: 11:00, daxuyaniya çapemeniyê: 12:00.
Axaftvan: Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut. Bi navê enternasyonalîstan: Lorî Kollontaî. Meş wê ji Tehater Platzê heta ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê dewam bike.
Di meşê de wê di çarçoveya “Kampanya 100 hezar qert ji bo Îmraliyê” ji Postaxaneya Markplatzê qert bêne şandin.
Saet di 17:00 de wê li komeleyê li fîlmê Hêza temaşe bikin.
Saet di 18:00 bernameya muzîkê wê hebe.
Saet di 20:00 de wê bername biqede.