AMED – Ciwanên Welatparêz îro li Amedê ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê, di maça Şampiyoniya Lîga 2’yemîn a Koma Sor a Amed Spor û Uşak Sporê de ku Amed Sporê 8-0 Uşak Spor têk bir de, çalakiya belavokên ku li ser nivîsîbûn “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” “Dema çalakiyan hatiye. Komploya 15’ê Sibatê û tecrîdê bişkînin.” “Ger hûn ji xwe bawer bikin hûn ê azad bibin. Bi dirûşmeya “Hûn li aliyê azadiyê bin hûn ê bibin milîtanên wê” çalakiya belavokan li dar xist. Her wiha dirûşmên “Bê Serok jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Silav, silav ji Îmraliyê re hezar silav” ji aliyê ciwanan ve hatin qîrîn.