ŞAM- Jinên ciwan yên ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin her di nava xebat û çalakiyan de ne. Her wiha bi fikrê Rêber Apo xwendin û belavkirinê ve dixwazin her qadê de fikrê Rêber Apo bigihînin û bi fikrê Rêber Apo re di qadan de têkoşîn bidin meşandin.
Jinên Ciwan yên Şamê li ser hestên xwe yên li beramberî Rêber Apo ji ajansa me re axivîn û wiha gotin:
“Navê min Nermîn e. Ez ji Şamê ji bajarê Zorava me, ezê hestê xwe yê li ser Rêber Apo bibêjim. Xeyalê min e ku ez wî bibînim. Li vir jî em di çalakiyan de ne ji bo azadiya Rêber Apo. Ez hêvî dikim ku sala were em Rêber Apo bibînin. Dijmin nikare me ji Rêber Apo qût bike em divê mutleq Rêberê xwe bibînin.”
“Navê min Robîn e. Weke ku hûn dizanin ev 25 salin Rêber Apo di Îmraliyê de ye. Ji ber ku qebûl nekir zilm û zordarî li ser kurdan hebe, kete girtîgehê. Rêber Apo xwe di ber me de feda kir. Em niha li qadê Şamê de ji bo Rêber APO civînan meşan çêdikin. Weke keçeke kurd dema ku behsa Rêber Apo tê kirin ez geleke kêfxweş dibim. Weke Rêbereke binirx û mezine, armanca me ew e ku heta ku noqteyeke xwînê di laşê me de bimîne em têkoşîn bikin û Rêber Apo ji zindanê derxin.”
“Navê min Lava ye. Ez ji endamê ciwanên Şamê me ezê hestên xwe yên di derheqê Rêber Apo de bêjim. Ez hêvî dikim ku Rêber Apo ji hepsê derbikeve û were ciwanên xwe bibîne. Em civînan çalakiyan çêdikin ji bo Rêber Apo ez gelekî ji Rêber Apo hes dikim, divê îsal em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe bibînin. Em kar dikin ji bo fikrê Rêber Apo di her qadê de belav bikin û xeyalê min ew e ku ez Rêber Apo bibînim.”