HESEKE- Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriye ku duh bi dirûşma “Bi rihê ciwantî komplo têk bibin, Cenga Azadiyê Serbixin” bi beşdarbûna 200 kesan ve konferansa xwe li dar xistin. Ji wan ciwanan Şîraz Mislim û Kiwan Kenan ji ajansa me re axivîn û derbarê konferansa bi navê “Rêbertî û ciwanan” de axivîn.
Jina Ciwan ya bi navê Şîraz Mislim bang li ciwanan kir ku fikr û felsefeya Rêber APO bixwînin, derbasî perwerdeya bibin, ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelê kurd, azadiya hemû cihanê û azadiya fizîkî ya Rêber APO bi xwe têkoşîn bikin.”
Her wiha Şiraz Mislim wiha berdewam kir:
‘’Navê min Şiraz Mislim e. Ez ji bajarê Kobanê me. Karê desteya ciwana ya werzişê dikim. Ji xwe diyare, ev 25 sal Rêber APO di hepsa Îmraliyê de ye û bû 3 sal ti agahîya me ji Rêber APO tune ye. Dewlet ne dihêle ku malbat hevdîtina wî bike, ne dihêle ku parêzer jî hevdîtinê Rêber APO bike. Agahiya me ji Rêber APO tune ye. Dijmin hertim dixwaze fikr û felsefeya Rêber APO di nava gel de rake. Îro em li vêdere kombûne û hemû ciwan ji bajarên Derikê heya Kobanê li vir kombûne ji bo azadiya fizîkî Rêber APO.
Me weke ciwana çi ji Rêberê xwe re kiriye, ji bo azadiya fizîkî Rêber APO me çi çalakî bi rêxistin kir, me çi perwerde daye û me çi pirtûkên Serokatî xwendiye?
Pêşiya me 15’ê Sibatê, rojekî reşe ji bo hemû cihanê ye. Heta Rêber APO fizîkî azad nebe ev roj ji bo me rojekî reş e. Em jî helwesta xwe bidin meşandin ji bo azadiya fizîkî Rêber APO têkoşîn bikin. Emê derkevin çalakîya, emê têkevin perwerdeyan, çi tê li ser milê me ji bo azadiya fizîkî Rêber APO, bi roj û bi şev emê li kolanan bin. Di dawî de daxwaza min ji ciwanên me re fikr û felsefeya Rêber APO bixwînin, derbasî perwerdeya bibin, ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelê kurd, azadiya hemû cihanê û azadiya fizîkî ya Rêber APO bi xwe têkoşîn bikin. Gotinekê rêbertî heye dibeje ‘’Me bi ciwantî despêkiriye, emê bi ciwantî bi der bikevin.’’
Ciwanê bi navê Kiwan Kenan jî anî ziman ku fikr û felsefeya Rêber APO ciwanan gihandiye wê astê ku êdî ciwan bikevin di ferqa qirêjiya ku li ser ciwanan tê kirin.
û axaftinê xwe wiha doman:
‘’Navê min Kiwan Kenan, ji bajarê Tirpespiyê me. Nav rêveberiya kordinasiyona ciwanan de me. Îro em vê konferans di salvegera 25 sal ya komplo ku li ser Rêber APO hat kirin de, wekê tevahî ciwanên kurd a herema cizirê em tevlî vê konferansê bûne. Di vê Komplo ku tê de ne tenê Rêberê Gelê Kurd hat destgirtin, Rêberê giştî gelê Kurdistanê jî. Ev rojekê reş e ji bo me tevahîya. Ev komplo pir qewt û qirej e. Wekê ciwan em li vêdere hasir bûn eji bo em vê roj bibîr bînin, ji bo em fikre Rêber APO bibîr bînin. Rêber APO talimatek taybet dayê destê ciwanên kurd û ciwanên tevahî cihanê. Cihanê difikrî ku dema 15’ê Sibatê 1998 komplo li ser Rêber APO pêkanîn, ev fikrê wî û şoreş ku avakiriye têk biçe. Ev bû cara yekemîn dema ku Serokê şoreşekî an jî serokê gelekê tê destgirtin, ew tevger berdwam dike, roj bi roj sal bi sal bi hêztir dibe. Ji cihanê re ecêb hat çawa ev tevger, ev gel, ev ciwan rûxme ku Serokê wan hatiye destgirtin, di nava çar diwaran de ye, hîn bi tevgerekî xurt e û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi şoreşekê kirin. Ev di tevahî cihanê buyerekê dirokî ye. Em dibejin ku ev komplo ne tenê li ser Rêber APO ye, armanca vê şikandina gelê vê heremê, taybet gelê kurd di şexsê Rêber APO de. Yanî niha dixwazin berjewendiyên şexsî di vê heremê de pêş bixin, parçe dikin, Kurdistanê parçe dikin. Em dixwazin çareser bikin, lê bi rengekî çawa, bi rengekî demokrtaîk. Rûxme vê ciwanên me îro gihandin hişmendiyekî baş ku karibin tahlila vê rewşên heyî bikin. Dikarin tahlila van qirejiyan ku li ser ciwana tê kirin, li ser gelê vê heremê bikin. Ev ji bi rêya naskirina Rêbertî dibe, bi rêya xwendina pirtûkên û pareznameyan Rêber APO em dikarin nas bikin, di dîrokê de çi çebûye. Em ê weke gelê kurd, kurdistan çawa çar parçe bûye. Em nas bikin erkê me çi ye. Ev bigiştî em di vê konferansê de bibîr tinin. Em carekê bi fikre û felsefeya Rêber APO hizir dikin. Lazime sekna me wekê ciwan seknekê xurt be li hemberî Rêber APO. Ji bo hemû ciwanên vêdere, ciwanê kurdistanê, yên dervê welat û yên li ewrûpa ez diwazim bejim ku dem dema ku em ji bo berjewendiyên şexsî, ji bo dewletên din, ji bo hîn tiştên maddî divê ku em def ji ciwanê ku em jiyan dikin berdin, êdî bes e em ji vê xewê rabin. Ji ber ku ezv îro 25 sal Rêbertî di nava çar diwaran de di zindanê de jiyan dike. Ev wê ya vala vala nekir, ji bo vî gelî, ji bo şoreşa me bi serbikeve em tekoşînekê xurt û rast bimeşînin. Edî dem dema azadiya fizîkî ya Rêber APO ye.’’