NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li Rojava Jinên Ciwan bi dirûşmeya “Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî, Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bi boneya 15’ê sibatê, roja komploya li ser Rêber APO semîner û civînan li dar xistin.
Di van semîner û civînan de armanca komplo hate ziman û taybet divê weke jinên ciwan di têkoşîna li dijî komployê rol û mîsyonek çawa were lêyîstin nîqaş hatin meşandin.
Li gundê Kordîne û gundê Ahmed Hisso ya girêdayî Kobanê Yekitiya Jinên Ciwan 2 civîn lidarxist. Civîn bi deqeyeke rêzgirtina li ser rihê şehîdan destpêkir. Bi dehan jinên ciwan û dayik tevlî vê civînê bûn. Her wiha di civînê de bal hate kişandin ser sersebebên komplo, tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê tê kirin û nîqaş li ser hatin meşandin. Di heman demê de dîmenê Rêber APO yê li ser komployê hatin temaşekirin. Di vê civînê de bangavazî tevlîbûna ji pêngava “Ji Rêber APO re azadî ji pirsgirêka kurd re çareserî” û ji bo tevlîbûna ji meşa dirêj a ji bo Rêber APO hatiye kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan li komîna Şehîd Moro li Kobanê civînek li ser komploya 15’ê Tebaxê lidarxist, civîn bi deqqeyek rêzgirtin ser giyanê şehîda hat destpêkirin, axaftin ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê Neda Şahîn derbarê komployê de hat kirin.
Jinên Ciwan ên PYD’ê jî êrîşa girêdayî bajarê Heseke û komploya navnetewî şermezar kirin û fikr, felsefeya Rêber APO bi gel û jinên ciwan didin nasîn.
Her wiha dîsa Jinên Ciwanê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD li xeta Cenûb girêdayî bajarê Hesekê semîner ser Komploya navdewletî hat dayîn û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan hat rawistandin bi navê Jinên Ciwanê PYD qomplo şermezarkirin di heman demêda fikr û berxwedanîya Rêber APO ya li zindana Îmraliyê ji civakê re dan nasîn.