NAVENDA NÛÇEYAN- Balafirên dewleta Tirk ya dagirker gundê Sergelê yê girêdayî navçeya Amêdiyê yê girêdayî parêzgeha Duhokê bombebaran kirin. Ji ber liv û tevgera zêde ya balafiran bi ser deverê, têkildarî zererên canî û madî tu agahî nehatin bidestxistin.
Devera gundê Sergelê ciheke ku balafirên şer û bêmirov yên dewleta Tirk ya dagirker bi berdewamî bombebaran dikin. Di heman demê de çekdarên PDK’ê jî li ser fermana dewleta Tirk ya dagirker nahêlin gundiyên deverê hatin û çûyînê bikin.