EFRÎN- Ji bo salvegera 15’ê sibatê ya komploya navnetewî ya li dijî rêber APO pêk hatiye, di bin pêşengtiya yekîtîya jinên ciwan a herêma Efrînê li navçeya Şêrewa meşeke meşeleyan di bin dirûşmeya “Ji Rêber APO Re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” hat lidarxistin, meşê bi dirûşmeya Bê Serok Jiyan Nabe dest pê kir û berdewam kir.
Piştî ku meş veguherî mitîngê daxuyanî bi zimanê Erebî hate xwendin, di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku bi dîlgirtina Rêber APO hêzên komploger xwestin ku vîna gelê kurd di kesayeta Rêber APO yê ku textê Îmralî têk bir û tariya girtîgehê veguherand ronahiya azadiyê û ev ronahî belavî ser hemû tariya ku gelên li Rojhilata Navîn jiyan dikin, bişkînin, her wiha di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanan û jinên ciwan hate kirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber APO di nava tevgerê de bin, her wiha dan diyarkirin ku wê salvegera sala 26 emîn a komployê bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber APO û azadiya gelên azadîxwaz.
Di dawiyê de daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmralî, Azadî Ji Bo Rêber APO, Bijî Vîna Gelên Azad û Bijî Jinên Ciwan ên Şoreşger” bi dawî bû.