NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya TKP-ML ya Ewropayê ji bo meşa ji bo azadiya Rêber Apo di 17’ê Sibatê de li Kolnê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Ravekirin wiha ye:
“Abdullah Ocalan di sala 1999’an de bi komployeke navneteweyî hate girtin û radestî dewleta Tirk a faşîst hate kirin. Ji Abdullah Ocalan ê 35 meh in li Girava Îmraliyê di hucreya yekkesî de dîl tê girtin, ti agahî nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzerên wî yên ji bo hevdîtinê bi hincetên biçûk tên redkirin. Tecrîda ku dewleta Tirk 25 sal in li ser Abdullah Ocalan dimeşîne, ji nêzîkatiya xwe ya li hemberî gelê Kurd ne serbixwe ye. Ev siyaseta dewleta Tirk a ku ev sed sal in Kurdan paşguh kiriye, gundên wan wêran kiriye, bi milyonan mirov sirgûn kiriye û qetil kiriye, ev 22 sal in ji aliyê AKP’ê ve tê meşandin. Di êrîşên li hundir û derveyê welat û operasyonên hewayî û bejayî de bi sedan gerîlayên Kurd û bi hezaran karkerên Kurd hatin qetilkirin. “Em hemû şoreşger û pêşverû vedixwînin meş û mîtînga ku di 17’ê Sibata 2024’an de li bajarê Koln ê Elmanyayê ku weke qonaxeke girîng a hemleya ku Tevgera Azadiya Neteweyî ya Kurd bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, siyasî daye destpêkirin.” Çareseriya Pirsgirêka Kurd” di salvegera 25. a komployê de.”
Komîteya Ewropayê ya TKP-ML